Parlamentera Swêdî Amîneh Kakabaveh diyar kir ku êdî dawî li Erdogan tê û got, “Bi zextên ji serdema navîn nikare li desthilatdariyê bimîne. Êdî her kes ji Erdogan bêzar bûye. Ji ber ku bi vê zane bi rengekî giran êrîşê dibe ser Kurdan.”

Parlamentera Swêdî Amîneh Kakabaveh diyar kir ku Erdogan ê di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji ber stratejiya HDP’ê û Kurdan têk çû, hewl dide tolê hilîne. Kakabaveh destnîşan kir, rejîma Erdogan bi panîka ketina ji desthilatdariyê hîn bêhtir êrîş dike.

Kakabaveh anî ziman, ku gel di hilbijartinên xwecihî de nerazîbûna xwe ya li dijî AKP’ê nîşan da û ji dîktatoriya Erdogan re got ‘êdî bes e’. Kakabaveh diyar kir ku di têkbirina Erdogan de rola HDP’ê û Kurdan diyarker bû û got, “Erdogan piştî hilbijartinê bersivê dide  HDP û Kurdan. Di hilbijartinên xwecihî yên dawî de HDP û Kurdan li hin bajarên mezin namzet nîşan nedan û piştevaniya namzetên CHP’ê kirin. Ji ber vê yekê jî rejîma Erdogan û AKP’ê bi her rengî êrîşî HDP û Kurdan dike. Ya ku Erdogan dike hilanîna tolê.”

DIVÊ DINYA BIBÎNE

Amîneh Kakabaveh bi bîr xist, Erdogan berpirsyariya her rewşeke neyînî dixe stuyê Kurdan, hewl dide HDP’ê û pêkhateyên wê krîmînalîze bike û diyar kir, divê dinya rojavayî vê yekê bibîne.

Kakabaveh anî ziman ku Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag tevî wekîl û hevşaredarên HDP’î bi îdîayên bêbingeh êsîr ên hiştin û got, “Eşkere ye ku Demîrtaş ji ber daxwaza Erdogan hate girtin. Tevî ku dadgehê biryara berdana Demîrtaş da jî Erdogan got, ‘nabe ku em wan berdin’ û bi vê yekê re bi rengekî eşkere talîmat da dadgeriyê. Mikur hat ku li gel wan dewleteke hiqûqê nîne. Ev mînak bi tena serê xwe divê bibe sedem ku dinya rabe ser piyan.”

PÊKANÎNÊN NÎJANDPERESTÎ Û MÊTINGERIYÊ

Kakabaveh ragihand, AKP ji bo ji desthilatdariyê nekeve zext û êrîşên xwe girantir kiriye û bal kişand ser desteserkirina şaredariyên HDP’î.

Kakabaveh got, “Hikumeta AKP’ê nikare qeyûman li Enqere, Stenbol an jî bajarên din ên Tirkiyeyê tayîn bike. Şaredairyên li Kurdistanê desteser dike. Armanca xwe ew e ku Kurdan bitirsîne. Kurd serî natewînin û ji bo îradeya xwe li ber xwe didin. Li çar parçeyên Kurdistanê Kurdan serê xwe li ber zaliman netewandin. Gelê Kurd di nava şert û mercên herî giran de jî têkoşiya.”

JI SÎSTEMA LI ROJAVA DITIRSE

Kakabaveh her wiha bal kişand ser gefên hikumeta AKP-MHP’ê yên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, “Erdogan û dewleta Tirk dibînin, tevî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê û rejîmê jî Kurd bi ser ketin. Bi rengekî têrker pere û çekên Kurdan nînin lê belê felsefeyeke xwe hene. Baş zanin ku wê sîstemeke çawa ya wekhev ava bikin û ev yek li Rojava nîşanî tevahiya dinyayê dan. Dewleta Tirk û Erdogan ditirse ku bala Bakurê Kurdistanê biçe ser Rojava. Ji ber vê yekê bi binpêkirina hiqûq û qanûnên navneteweyî Efrîn dagir kir. Gefên dagirkirinê li Rojava dixwe.”

‘ÊDÎ DAWÎ LI ERDOGAN HATIYE’

Kakabaveh diyar kir ku Erdogan dijminatiyê li Kurdan dike, êdî dawî li Erdogan hatiye û got, “Di sala 2019’an de bi zextên ji serdema navîn nikare li desthilatdariyê bimîne. Êdî her kes ji Erdogan bêzar bûye. Ji ber ku ew jî bi vê zane bi rengekî giran êrîşî Kurdan û Rojava dike.”