Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 27’ê Îlonê 2019 ÎN
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Navenda Ragihandina HPGê, bi daxuyaniyekê şehîdên azadîyê bibîranîn.
&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, li navçeya Amed Lîcê û Hênê, li navçeya Colemêrg Geverê, li navçeya Şirnex Hezexê û li Sêgoşeya Agirî, Qers û Idirê dest bi operasyonên leşkerî kir.
&- Ciwanên Tevgera Şoreşger, bi bombeyên bi destan çêkirî, li dijî polîsên Tirk ên kontra çalakî lidar xistin.
&- Balafirên şer yên Artêşa Tirk ya dagirer, li Binarê Qendîlê, gundê Zêwekê bombarduman kirin.
&- Çalakiya “Nobeta Demokrasiyê” bi pêşengiya HDPê, doh li Îzmîrê, di roja 2mîn de dewam kir.
&- Li Amed, Wan û navçeya Mêrdîn Dêrikê jî, li dijî desteserkirina şaredariyan Nobeta Demokrasiyê di roja 39an de, dewam dike.
& – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyeke taybet a yekîneyên wan de, serçeteyekî DAIŞ’ê hate kuştin.
&- Doh li bajarê Stenbolê Erdhejeke dijwar pêkhat, di erdhejê de, hin xera bûn û birîndar hene.