Berxwedana Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ya li ber benda kontrolê ya asayîşa PDK’ê 27 roj in didome.

72 roj in dorpêç û ambargoya ku rêveberiya Herêma Kurdistanê danî li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike.

Rojane nexweşên pêwîstiya wan bi çûyîna Hewlêrê heyî, tên asteng kirin.

Dermanên li nexweşxaneyê kêm bûne û bi sedan karker jî nikarin biçin ser karên xwe.

Ji bo rakirina vê dorpêçê Dayîkên Aştiyê yên Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevî şert û mercên dijwar jî 27 roj in li seyteraya PDK’ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne.

Dayîkên Aştiyê yên Mexmûrê şev û roja xwe li wir derbas dikin. Asayîşa PDK rê nade xwarin û vexwarin jî ji bo dayîkan biçe û tîma tenduristiyê jî serdana dayîkan bike.

Hêjayî gotinê ye di hefteya destpêkê de dayîkek nexweşbibû û rakiribûn nexweşxaneyê. Niha jî dayîkên liwir pêwîstiya wan bi dixtoran heye lê asayîş rê nade kes serdana wan bike.