Berdevkê HDP’ê Gunay Kûbîlay got, “Axaftina ku Erdogan li Neteweyên Yekbûyî kir eger li vê deverê li dijî wî bihata kirin wê bibûya sedema dozê.” Kûbîlay destnîşan kir, Erdogan mîna ku li Efrînê kir dixwaze paqijiya etnîkî bike.

Berdevkê HDP’ê Gunay Kûbîlay li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê pêk anî û mijarên di rojevê de ne nirxand.

Kûbîlay bi taybetî bal kişand ser axaftina Erdogan a li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û destnîşan kir, eger ew axaftin li Tirkiyeyê li dijî wî bihata kirin, teqez wê bibûya sedema gelek dozan.

Kûbîlay got, “Bi taybetî di salên dawî de ji axaftinên Erdogan ên li civînên navneteweyî mirov kesayetekî cuda yê siyasî, karakterekî cuda yê siyasî dibînin.”

Kûbîlay bi bîr xist, Erdogan di civîna civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî de nexşeya Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê nîşan da ku piraniya şêniyên wê Kurd in û got, “Diyar kir ku dixwaze bi milyonan penaberên li Tirkiyeyê li wê herêmê bi cih bike. Weke ku tê zanîn ji herêmên Sûriyeyê yên ku piraniya şêniyên wê Kurd in koçberî ber bi Tirkiyeyê ve nebû. Lê niha dixwaze penaberên ji deverên din ên Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kirine li herêmên ku nifûsa Kurdan lê ne bi cih bike. Çima? Ji ber ku bi bikaranîna penaberan dixwaze mîna li Efrînê kir, li deverên din jî paqijiya etnîkî bike, Kurdan ji warê wan dûr bixîne û bi vî rengî demografiyê bi temamî biguherîne. Bi planeke wiha hem dixwaze ji Kurdên Sûriyeyî hem jî ji penaberên Sûriyeyê rizgar bibe.”