Hêzên Rizgariyê yên Efrînê diyar kir di navbeyna 27-28’ê Îlonê de li Şera û şêrawa ya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên terorîst ên bi ser wan ve çalakiyên karîger kirine.

Hêzên Rizgariya Efrînê di daxuyaniyê de wiha gotin:

”27’ê Îlonê li navçeya Şerayê, li gundê Enabkê li dijî komên terorîst ên bi ser artêşa Tirk ve tîmên me yên sekvan çalakiyeke suîkastê kirine û çeteyek hatiye kuştin.

28’ê Îlonê li navçeya Şêrawayê li dijî artêşa Tirk û komên terorîst ên bi ser wan ve çalakiyên hevdemî çêbûne, encamên van çalakiyan wiha ne;

Li navçeya Şêrewa li dijî kozikên artêşa Tirk a dagirker û komên bi ser wan ve, yên li derdora gundên Kefer Nebo û Birc Heyder çalakî hatine kirin. Şer nêzî 15 deqeyan dom kir, 3 terorîstên dagirker hatin kuştin, 2 jê birîndar bûn û her wiha 2 wesayit jî hatin rûxandin.

Li navçeya Şêrawa di navbeyna gundên Beradê û Kefer Nebo  de li dijî terorîstên bi ser artêşa Tirk ve çalakiyeke karîger hatiye kirin. Di çalakiyê de baregeheke leşkerî hatiye rûxandin, 2 terorîstên dagirker hatin kuştin.

Di çalakiyeke dî de li derdora gundê Mezin a Şêrawa tîmeke me ya sekvan li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wan ên terorîst çalakiyek kirine û çeteyek hatiye kuştin.

Li gel vê, di navbeyna 26-28’ê Îlonê de artêşa Tirk a dagirker û komên teroîst ên bi ser wan ve, li herêma Şehbayê bi obûs û hawanan êrîş birine ser derdora gundên Semûqa û Til Mediq. Piştî êrîşê ziyaneke mezin a madî giyaye sivîlên herêmê.”