Zeynep Eren, Sîdar Soyurun û A.K. ên ku zanîngeh qedandine û bêkar in, diyar dikin ku bêkarî psîkolojiya wan xerab dike.
Li Tirkiyeyê bandora krîza ekonomîk didome. Li gorî daneyên di meha Hezîranê de hejmara bêkaran bûye 4 milyon û 253 hezar kes. Li ÎŞKÛR’ê jî 664 hezar mezûnên lîsanê bêkar in. Ji çar paran parek ji van kesan 8-12 meh in bêkar in. Li gorî van daneyan nêzî milyonek mezûnên zanîngehê bêkar in.
‘CIVAKNAS IM LÊ DI RESEPSIYONÊ DE DIXEBITIM’
Zeynep Eren di Hezîrana 2019’an de ji Zanîngeha Mûnzûrê mezûn bûye. Di xwendekariyê de warê xwendekaran jê re derneketiye û li mala kesên nenas maye. Eren dibêje ku “Ez difikirîm ku dev ji dibistanê berdim û vegerim malê. Kredîya ku dewletê dida min jî têra min nedikir û di çar salan de min gelekî astengî kişand. Piştî ku min zanîngeh qedand di qada civaknasiyê de min gelek serlêdan kir lê min tiştek bi dest nexist. Niha li Stenbolê di resepsiyonê de dixebitim. Ez civaknas im lê xebatkarê resepsiyonê me. Ev rewşeke xerab e. Carinan ez difikirim ez çima li vir im û ez çi dikim?”
DI QADA XWE DE KAR NABÎNIM
Sîdar Soyurun jî ji beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê a Wanê di sala 2016’an de mezûn bûye. Piştî ku mezûn bûye înşaat jî tê de di gelek sektoran de xebitiye lê di qada arkeolojiyê de kar nedîtiye. Di dema xwendinê de di warê aborî de jî tengijiye. Soyurun dibêje ku “Min di qada xwe de kar nedît. Derdor dibêjin ewqas salan xwend lê bi kêrî tiştekî nehat. Ev gotin di warê derûnî de bandoreke xerab li min dike.”
A.K jî ji Dibistana Bilind a Beden û Sporê mezûn bûye. Di dema perwerdehiyê de li kafeyan garsontî kiriye. A.K. dibêje ku “Ji ber fikrên min ên siyasî ez ji wargeha xwendekaran hatim avêtin. Du sal in ji ber lêpirsîna ewlekariyê tayîna min çênabe. Ez niha bêkar im. Mirov dema bêkar be, di warê derûnî de jî ne aram e. Ez mamoste me, naxwazim biçim li marketan kasîyertiyê bikim. Erdogan dibêje ‘Nexwînin.”