Mûhammed Toqan li tifaqa qirêj a dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê û OSO mikur hat. Toqan anî ziman ku li Tirkiyeyê gelek çeteyên DAÎŞ’ê hene.
Dewleta Tirk a ku çend sal in gefê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe û di Adara 2018’an de Efrîn dagir kir, çeteyên DAÎŞ’ê û OSO gihand hev û hewl dide bi rêya hucreyên çeteyan plana xwe ya kaosê li Bakurê Sûriyeyê bixe meriyetê.
Li Tirkiyeyê û herêmên dagirkirî yên Bakurê Sûriyeyê gelek hucreyên OSO û DAÎŞ’ê hene. Li van hucreyên ku ji aliyê OSO û DAÎŞ’iyan ve tên avakirin, penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê bi pereyan an jî bi rê û rêbazeke din tevlî wan tên kirin û tên bikaranîn.
Cûma Mûhammed Toqan (Ebû Salih) ku 7 salan li Tirkiyeyê penaber bû, yek ji wan Sûriyeyiyan e ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hate birêxistinkirin û ji bo teqînan bide kirin ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate şandin.
Toqan ji aliyê Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate girtin û diyar kir, li Tirkiyeyê gelek çeteyên DAÎŞ’ê hene, ew bi çeteyên OSO tevdigerin, li Sûriyeyê hucreyên veşartî ava dikin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûyerên teqînê dikin.
Toqan ê 31 salî ji navçeya Til Temir a Hesekê ye. Toqan ku zewiciye û zarokekî wî heye di sala 2011’an de çû Tirkiyeyê. Heta sala 2018’an li Tirkiyeyê weke karkerekî xebitî û piştî ku biraziyê wî Ahmed Salîh Toqan ê DAÎŞ’î derbasî Tirkiyeyê bû jiyana wî guherî.
Ji çeteyên ‘Hêzên mertala firatê’ yên dewleta Tirk du çete û biraziyê wî yê DAÎŞ’î ‘hucreyeke razayî’ ava kirin ku li dijî QSD’ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sabotajan bikin û ew jî tevlî wê hucreyê bû. Ji bo teqînan bide kirin ew ber bi Sûriyeyê ve tê şandin. Toqan di roja sêyemîn a hatina xwe ya Sûriyeyê de di 1’ê Hezîrana 2018’an de li Hesekê li qada Ebû Rasen ji aliyê Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate girtin.
BIRAZIYÊ WÎ YÊ DAÎŞ’Î JI BO TEDAWIYÊ DIÇE TIRKIYEYÊ
Toqan tevî biraziyê xwe Ahmed Salîh Toqan di sala 2011’an de li Dêra Zorê tevlî nava çeteyên Ahrar Şam dibin. Piştî 3.5 mehan Toqan ji Ahrar Şamê qut dibe û diçe Tirkiyeyê. Di sala 2011’an de weke penaber li Tirkiyeyê li bajarên Edene, Konya, Kirşehîr, Qoser a Mêrdînê û Rihayê dixebite.
Toqan diyar kir ku biraziyê wî Ahmed Toqan li Sûriyeyê ma û piştî Ahrar Şam tevlî DAÎŞ’ê bû. Toqan anî ziman ku biraziyê wî di sala 2017’an de li Dêra Zorê qezaya trafîkê derbas kir û di sala 2018’an de tevî malbata xwe ji bo tedawiyê hate Tirkiyeyê û got, “Hatin Rihayê. Kekê min, yanî bavê biraziyê min jî li Herran a Rihayê li çîftlikekê dixebitî. Hem traktor bi kar dianî hem jî zevî diçand ji bo xwediyê çîftlîkê. Patronê kekê min hin rayedarên dewletê nas dikir. Bi rêya wan li nexweşxaneya 500 a Rihayê tedawî bû. Nexweşxaneya dewletê bû. Dema ku ez ji Tirkiyeyê derketim dermanên xwe hîn ji wê nexweşxaneyê werdigirt.”
‘BIRAZIYÊ MIN XWEST KU EZ TEVLÎ WAN BIBIM’
Toqan diyar kir ku ew bi rêya biraziyê xwe yê DAÎŞ’î û hevalên wî yên OSO tevlî karê hucreyê bû û got, “Karê kekê min baş bû. Min jî xwe li gel wî bixebitim. Normal ez ji wan bi 60 kîlometreyî dûr bûm.
Min biraziyê xwe û hevalên wî yên OSO dît. Li odeyekê diaxivîn. Ji hev re digotin ‘ewqas kes di destê min de heye’. Biraziyê min ji wan re got, ‘Di destê min de jî kesek heye’. Min piştre fêhm kir ku mebesta wî ez bûm. Yek ji hevalên biraziyê min Mûhammed Xeyîr, yê din jî Abdulmelle bû. Mûhammed Xeyîr ji Til Temirê bû, yê din jî ji devereke nêzî gundê me bû. Di nava OSO de bûn. Biraziyê min xwest ku tevlî hucreyê bibim.”
‘HEVKARIYA OSO-DAÎŞ-ARTÊŞA TIRK’
Toqan diyar kir ku hucreyên hate avakirin bi ser OSO ve bûn û li pişt wan jî artêşa Tirk hebû. Dema ku me pirsî bê bi kîjan koma OSO ve girêdayî ye, gotin ‘Mertala firatê’. Toqan anî ziman ku çeteyên DAÎŞ’ê jî di nava hucreyê de hebûn û got, “Nêzî 30-40 DAÎŞ’î bi wan re bûn. Bi hev re mîna şebekeyekê tevdigeriyan.”
Toqan diyar kir ku destpêkê nekarî biryarê werbigire ku tevlî hucreyê bibe yan na û der barê îqnakirina xwe de jî got, “Heta ku îqna bibim li derdora min geriyan. Qala cîhadê dikirin. Digotin ku Emerîka ketiye xaka me û warê me ji me wergirtiye.”
EW ŞANDIN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ
Piştî ku Toqan hate îqna kirin jê hate xwestin ku mayinê bibe hucreyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Toqan ji sînorê bajarê Dirbesiyê yê li sînorê Tirkiyeyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe û derbasî gundê Suqiriye yê herêma Zirganê dibe.
Bi vî rengî qalê dike ku çawa ew li Sûriyeyê hate vegerandin: “Nêzî 300 dolar dan min. Ji wî 200 dolar ji bo min bû yê mayî jî ji bo wergirtina telefonekê bû ku karibim bi wan re biaxivim. Mayinek dan min. Abdulmelle her wiha ji min re qala deverên ku mayin lê ne kir. Min kesên ku bi wan re têkiliyê deynim pirsî. Negotin. Gotin ‘Ew jî te nas nakin. Me navê de ji wan re negot’. Bi şev ez birin se rsînor, rê nîşan dan û gotin, ‘ji vê deverê derbas bibe’. Ez derbas bûm, li gundê Şuqiriye yê herêma Zirganê çûm gel birayê xwe. Ew jî li çîftlîkeke mirîşkan dixebitî. Heman şevê em çûn me mayin ên ji me re gotibûn rakirin.”
PLANA WAN BI SER NEKET
Toqan di roja sêyemîn de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Navxweyî hate girtin û der barê girtina xwe de got, “Piştî rojekê li min geriyan û qala kesê ku bê mayinan werbigire kirin. Gotin, ‘Zilamê me nikare bê gel te. Ew li benda kontrolê rawestandine. Tu biçe gel wî’. Min jî ji wan re got ku ez nû hatime, nasnameya min nîne û nikarim biçim. Me biryar wergirt û birayê min bişînin.
Birayê min çû, ji xwe mala me jî li herêma Ebû Rasenê bû. Asayîş wan li wê deverê digire. Piştî ku hate girtin dibêje ku min ew şandiye. Di 1 an jî 2’ê Hezîranê de hatin ez li malê girtin.”
‘LI TIRKIYEYÊ GELEK DAÎŞ’Î HENE’
Toqan ku 7 salan li Tirkiyeyê penaber bû anî ziman ku li Tirkiyeyê, li Edene, Riha, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê gelek DAÎŞ’î hene û got, “Ahmed Toqan û yên din qalê dikirin. Ez jî du kesan nas dikim. Em Sûriyeyî navê hev bi giranî nizanin. Ji hev re dibêjin, ‘Bavê Salîh’, ‘Bavê Ahmed’ û hwd. Ez bi xwe du DAÎŞ’iyan nas dikim. Yek jê ji Reqayê bû, yek jî ji Dêra Zorê. Yê ji Reqayê li Edeneyê bû.”