Şêx û rûspiyên êlên Ereb tekez kirin ku armanca Tirkiyê ya bicihkirina koçberan di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, tenê lîstikeke nû ye û bi wê yekê armanc dike ku demografiya herêmê jî biguhere.
Tirkiyê dibêje ku ew ji bo çareserkirina aloziya koçberên Sûriyê, hewl dide ku koçberên sûrî yên li Tirkiyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bicih bike. Ev yek jî tê wê wateyê ku ew ji bo koçberkirina nişteciyên resen ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bicihkirin kesên din li şûna wan, tev digere.
Xuyaye ku plana Tirkiyê hevrikiya tiştê li ser erdê heye dike, di erdnîgariyeke biçûk wek a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, zêdetirî 5 milyon niştecî hene û bicihkirina 3 milyonên dîtir jî helbet dê li ser hesabê koçberkirina nişteciyên resen be. Ev yek tê wateya guhertina pêkhateya nişteciyên wê, ku li gorî yasayê navdewletî wek tawana şer hatiye nasîn. Tevî wê yekê jî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di dewreya çaremîn a komeleya giştiya Neteweyên Yekbûyî de, plana xwe li pêşiya dewletên cîhanê, pêşan da.
Planên Erdogan bi yekcarî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herwiha di nava pir aliyên Sûrî û herêmî de rastî nerazîbûnê hatin.
Şêxê êla El-Ceabat Telel Hîlal El-Sîbat di vê derbarê de wiha got:“ Armanca bicihkirina koçberan li herêmê guhertineke demografîye, ev yek jî bi giştî û bi yekcarî ji aliyê şêniyên herêmê li Bakurê û Rojhilatê Sûriyê ve, hatiye redkirin“.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rûspiyên eşîran, pêştir razîbûna xwe li ser vegera koçberan a ji Tirkiyê nîşan dan, lê ew red dikin ku doza koçberan veguhere doz û amûra guhertina demografî. Nemaze ku dewleta Tirk li Efrîn, Bab, Cerablus, Ezaz û Idlibê ku dagiririne, guhertina demografîk pêk tîne.
Rûspiyê êla El-Elî ya ser bi qebîleya El-Welde, Remedan Muhsin El-Rehal jî got:“ Em bang li koçberên sûrî yên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku vegerin malên xwe û ji nû ve di avakirina bajarên xwe de, beşdariyê bikin.“
El-Rehal destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bêtirî 400 sal Sûriye dagir kir û ji bilî xerabkirin, cehalet û nezanînê li wan herêman li şûna xwe nehêşt. El- Rehal wiha got: “Tu pirsgirêkên me yên kesayetî bi gelê Tirkiyê re tune ne ku îro ew gel baca siyaseta Tirk a li ser tevahiya astan a siyasî, aborî û civakî têk cûye, dide.“