Endamekî hucreya girêdayî îstixbarata Tirk MÎTê, di dema hewl dida êrîş bike, ji aliyê Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê ya Mibicê ve hate kuştin.
Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê , ragihand ku, dema dewriya wan digeriya, kesekî bi guman bi motorsîkletê dîtin.
Yekîneya Têkoşîna li Dijî Terorê, mirovê bi guman şopandin, piştî ku hate dîtin xwe amade dike ku êrîşekê pêkbîne xwest wî bigirin. Lê çete bi motorsiklêtê reviya.
Yekîneya Têkoşîna li dijî terorê, ew şopand û li ser rêya Minbic-Ewn El-Dadat ew bê tesîr kirin.
Piştî kuştina çete, eşkere bû ku li ser motora wî, amurên teqînê hatine barkirin.
Yekîneya Têkoşîna li dijî Terorê, destnîşan kir ku, di encama lêpirsînê de eşkere bû ku ew kes, endamekî şaneyên ku istisxbarata Tirkiyê li Minbicê bi kar tîne ye.