Heyeta HDP’ê bi Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê (KE) Marîja Pejcînovîc re hevdîtin kir.

Heyeta HDP’ê ji Hişyar Ozsoy, Feleknas Ûca û Faîk Yagizay pêk hat.

Di hevdîtinê de mijarên; rewşa şaredariyên Kurdistane ku qeyûm li wan hatin tayînkirin, hevserokên HDP’ê yên girtî, parlamenter û rêveberên wan ên girtî hatin nirxandin. Her wiha çareseriya pirsgirêka Kurd ^urola Ocalan a di çareseriyê de kete rojevê.

Heyeta HDP’ê zextên li dijî xwe, pirsgirêên girtiyên siyasî ku li Tirkiyeyê hejmara wan bi deh hezaran e, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, nêzîkatiya Enqereyê û di têkiliyên bi Tirkiyeyê re berpirsyariyên Konseya Ewropayê bi bîr xist.