Hejmara kesên ku di xwepêşandanên li Iraqê de hatine kuştin gihîşt 29 kesî.
Li gorî nûçeya Skynewsê ku agahiyên xwe spartina çavkaniyên Tenduristiyê, ji destpêka xwepêşandarên Iraqê ve ku roja sêşema borî dest pê kirin 29 kes hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn.
Li gel biryara qedexeya çûn û hatinê hejmareke mezin a xwepêşandêran li qadên Tehrîr û Teyeran ên Bexdayê li kom bûn, ji ber vê hejmara mezin hêzên ewlehiyê neçar man vekişin.
Xwepêşandarên banga hilweşandina rejîmê kirin û Îran şermezar kirin.
Buroya serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî got ” Adil Ebdulmehdî ji aramkirinê û pêkanîna daxwazên gel rewşê dişopîne.”