&- Navenda Ragihandina HPGe, diyar kir ku, hêzên YJA Starê, di çarçoveya Pengava Şoreşgerî ya Şehit Ronya û Şehit Bager de, li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker çelekiyên bi bandor pêkanîn.

&- Li navçeya Çewlik Dara Hênê, li gundên girêdayî Colemêrgê Şivîşekê û Geliyê Kazanê û li bejahiya Betlîsê û li çiyayên Amanosê artêşa Tirk a dagir dest bi operasyonên leşkerî kir.

&- Doh jî, Dadageha Tirk, di doza Nisêbînê de, imze avête bin skandalek hiquqî û 3 ciwanên ku gel ji top û tanqan diparastin, birîndar derman dikirin, bi cezayê muebetê ceza kirin.

&- Wezîrê Karên Hundir ê Elman Seehofer ku ji bo krîza penaberan bi heyeteke Yekîtiya Ewropayê çû Enqereyê, ji bo alîkariya madî ya bêhtir bidin rejîma Erdogan lampeya kesk vêxist.

&- Endama Kordînasyona Kongra Star Asya Abdulla, da zanîn ku ew ji bo amadekariya konferansa 3emîn a jinan hevdîtinan dikin.

&- Bi dehan nivîskarên Kurd, di bernameya xwarinê ya PENA Kurd de hatin cem hev.