Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso got, “Eşkere ye ku Erdogan biryara şer wergirtiye” û destnîşan kir ku wê xwe biparêzin. Hiso diyar kir, biryara şer biryara hevpar a Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê ye û bang li gelên herêmê kir ku bibin yekdeng.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan gefên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne ku herî dawî ji bo êrîşeke gengaz got, ‘bi qasî îro yan jî sibe gelekî nêz e’. Li gel gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, sewqiyata leşkerî ya li ser sînor jî didome.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) Xerîb Hiso der barê gefên Erdogan ji ANF’ê re axivî û got, “Eşkere ye ku Erdogan biryara şer wergirtiye.”

Xerîb Hiso gefên dagirkeriyê weke ‘Plana Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê’ pênase kir û di serî de gelê Kurd bang li gelên herêmê kir ku bi ‘yekdengî’ li ber xwe bidin.

Xerîb Hiso destnîşan kir, ku li gorî qanûnên navneteweyî Erdogan sûc dike, ji bo komkujiyê bangê dike û anî ziman, li dijî vê yekê wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Xerîb Hiso got, “Ev gef û mejiyê dagirkeriyê yê Erdogan ji Osmaniyan tê. Dixwaze vê yekê niha jî bidomîne. Ji ber ku tişta heta niha kirin timî ji wan re man, gefên xwe niha jî didomînin. Ji ber ku hesab jê nehate pirsîn cesaretê dibîne ku komkujiyên nû bike.”

‘ERDOGAN BIRYARA KOMKUJIYÊ WERGIRTIYE’

Xerîb Hiso got, “Hêzên navneteweyî, her wiha rejîma Sûriyeyê jî pêwîstî pê nedîtin ku qanûnên navneteweyî bînin bîra dewleta Tirk. Ji ber vê yekê ewqasî zêdegaviyê dike” û diyar kir, “Erdogan li dijî gelê Kurd, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara komkujiyê wergirtiye û bi gotina wî, dixwaze ‘sibe yan jî ji sibe jî zûtir’ vê yekê bike.”

Xerîb Hiso destnîşan kir, divê gelên Tirkiyeyê zanibe ku Erdogan ji bo krîza li welatê xwe, ji bo krîza li nava partiya xwe ji holê rake hewl dide şer bide destpêkirin û got, “Lê belê çareseriya krîzên Tirkiyeyê li Tirkiyeyê ye, ne li Sûriyeyê ye. Di şerê Sûriyeyê de Erdogan tevî hemû hewldanên xwe yên bi rêya çeteyan kir têk çû. Talan, teror û çetekariya wî li tevahiya dinyayê teşhîr bû. Niha jî dixwaze bi rêya talan, çetekarî, teror û dagirkeriyê encamekê werbigire. Dema ku em dibêjin sûc dikin, mebesta me ev yek e. Li pêşiya tevahiya dinyayê gefan dixwe, planên dagirkerî û komkujiyê nîşan dide. Tevî ku her kes metirsiyê dibîne jî kes tiştekî li dijî vê yekê nake.”

‘GELÊN HERÊMÊ WÊ XWE BIPARÊZIN’

Xerîb Hiso diyar kir, gelên herêmê li dijî dagirkeriyê li ser piyane û got, “Gelên me li dijî dagirkeriyê li ser piyan e. Bi çalakiyên xwe, bi siyaseta xwe û bi parastina xwe li dijî vê yekê li ser piyan e. Lê belê civata navneteweyî bêdeng e. Divê her kes zanibe ku em ê xwe biparêzin. Gelên herêmê di heman keştiyê de ne. Ji ber vê yekê em ê bi yekdengî gelên xwe biparêzin.”

PLANEKE HEVPAR HEYE

Xerîb Hiso diyar kir, Erdogan gefên dagirkeriyê bi tena serê xwe nake, bi piştgiriya Rûsya û Îranê, di çarçoveya planeke hevpar de ku rejîma Sûriyeyê jî di nav de ye gefan dixwe û got, “Rejîma Sûriyeyê jî hevparê van gefan û êrîşên dagirkeriyê ye. Di demekê de ku Erdogan gefê dixwe, rejîma Sûriyeyê jî QSD’ê dike hedef ku ev yek jî nîşan dide, plan planeke hevpar e. Her du dewlet hewl didin vê planê bi hev re pêk bînin. Li pişt wan jî Îran û Rûsya hene. Vê planê bi rengekî hevpar pêk tînin.”

DEWLETA SÛRIYEYÊ LI BER BIRYARDANÊ

Xerîb Hiso destnîşan kir ku plana heyî ji bo rejîma Sûriyeyê gelekî metirsîdare û got, “Ev hêzên qala wan hate kirin dibe ku li ser tinebûna me hin hesab kiribin, lê belê wê di nava xwe de jî şer bikin û temenê rejîmê jî kurt dikin. Sûriye dikeve nava pêvajoyeke biryardanê. Ji ber ku her kes zane rejîma Sûriyeyê ji koalîsyoneke sêalî pêk tê, ku yek jê Şîa, ya din beşa Sûnî û beşa sêyemîn jî yên berê xwe li Ewropayê ne. Eger ev rejîm tinekirina gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî berjewendiyên xwe dibîne, hingî wê ji bo tinebûna xwe jî gavê biavêje. Ev yek wê bibe têkçûna siyaseta wan. Ji ber ku ev gef ne tenê li dijî me ye.”

BANGA LI RAYA GIŞTÎ YA KURD

Hevserokê TEV-DEM’ê bang li gelê Kurd û gelên herêmê kir û got, “Em bang li raya giştî ya Kurd dikin ku li dijî gefên tên xwarin hestyar bin. Erdogan û tifaqa wî ya faşîst dibêje, li ku deverê Kurdek hebe wê bixin binê axê. Eger em nebin yek, eger em xwedî li hev dernekevin wê dor were herkesî. Eger em bi yekdengî xwedî li hev dernekevin wê raya giştî ya navneteweyî jî bêdeng bimîne. Banga me li hemû partiyên Kurdistanî ew e ku bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin.”

‘DEM DEMA RAWESTANDINA FAŞÎZMÊ YE’

Xerîb Hiso herî dawî bi bîra raya giştî ya navneteweyî xist ku herêm bi faşîzmeke mezin re rû bi rû ye û got, “Banga me li raya giştî ya navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Yekîtiya Ereb û welatên Ereb e ku divê bibînin ev metirsî li dijî her kesî metirsiyeke mezin e. Dem dema rawestandina faşîzmê ye.”