MÎT û Mûhaberat bi navbeynkariya Rûsya û Îranê dema dawî gelek hevdîtin kirin. Tê gotin ku di hevdîtinan de hatiye destnîşan kirin ku divê bakurê Sûriyeyê bê dagirkirin û piştre di çarçoveya Mûtabaqata Edeneyê de bê parvekirin.

Li gorî agahiyan, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pey firsendane, bi navbeynkariya Rûsya û Îranê hevdîtinên xwe yên bi rejîma Sûriyeyê re zêde kiriye. Hate ragihandin ku hevdîtin li Tehran, Moskowa, Bexda û Hmeymîmê hatin kirin, Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan tevlî hin ji wan bû û hevdîtin di çarçoveya Mûtabaqata Edeneyê de didomin.

Delweta Tirk peymana ‘ewlekariya sînor’ a bi DYE’yê re di 5-6-7’ê Tebaxê de kir, destpêkê erênî dît. Lê belê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan piştî serdana xwe ya 27’ê Tebaxê ya li Moskowayê, bi rengekî ku peymanê nas nake tevgeriya û ji bo dagirkirina herêmê sînyal da. Gotinên ji bo dagirkirinê piştî civîna navbera Erdogan, Pûtîn û Rûhanî ya li Enqereyê zêde bûn.

HEVDÎTINÊN LI TEHRAN, MOSKOWA Û HMEYMÎMÊ

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, rejîma Erdogan ku heta niha bi rêya hin navbeynkaran hevdîtin dikir, piştî civîna li Enqereyê hevdîtinên xwe zêdetir kir. Hevdîtinên ku Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan jî beşdar bû, hate hînbûn ku li Hmeymîm, Tehran û Moskowayê hatin kirin. Di çapemeniyê de hate weşandin ku Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Mûstafa Şentop jî li Bexdayê bi rejîmê re hevdîtin kiriye.

Rejîma Erdogan, ji bo xatirê dijminatiya li Kurdan, hevdîtinên xwe yên bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad re zêde kir ku heta niha jê re “Esad ê kujer” digot û welatê wî hilweşand, şewitand. Ji bo dagirkeriyê jî Mûtabaqata Edeneyê ya ku sala 1998’an hate amadekirin, bûye nuqteya hevpar ku li ser li hev kirine. Baskê Avrasyayî û Ergenekonî yên rejîma Erdogan dibêjin, pêkanîna Mûtabaqata Edeneyê wê têrê bike, ku destketiyên Kurdan ji holê bên rakirin.

XETA JI 5 KÎLOMETREYÎ

Tê gotin ku di hevdîtinên navbera MÎT’ê û îstîxbarata Sûriyeyê Mûhaberatê de ku bi navbeynkariya Rûsya û Îranê hatin kirin, soz hatiye dayin ku operasyona Tirkiyeyê ya li herêmê ‘wê ne ji bo parçekirina xaka Sûriyeyê be, wê ji bo jihevbelavkirina Kurdan be û piştî ku DYE ji herêmê hate vekişandin wê di çarçoveya Mûtabaqata Edeneyê de wê xwe vekişîne xeta sînor a ji 5 kîlometreyî’.

YÊN KU BIBIN PARA REJÎMÊ!

Her wiha tê gotin ku di hevdîtinan de hatiye destnîşankirin, piştî ku artêşa Tirk dest bi operasyonê kir wê deverên Dêra Zor, Tebqa û Hesekê bikevin bin kontrola rejîmê û Tirkiye jî li deverên ku bikevin nav wê piştî demekê xwe jê vekişîne xeta sînor a ji 5 kîlometreyî. Her wiha tê gotin ku ev plana ji bo ‘rojhilatê Firatê’ tê kirin, tê nirxandin ku ji bo Cerablûs, Ezaz, Bab, Efrîn û Idlib ên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin bên pêkanîn.

DERXISTINA DYE’YÊ JI HERÊMÊ

Rûsya û Îran ku ji wan heye bi rêya vê planê wê koalîsyona bi pêşengiya DYE’yê ji herêmê derxînin, piştevaniya planê dikin. Li gorî agahiyan, Rûsyayê mînak daye ku piştî dagirkirina Efrînê hin taxên li Helebê yên di kontrola YPG/YPJ’ê de bûn û Şehba ketiye kontrola rejîmê.

NÎŞANEYA PIŞTGIRIYA JI BO PLANÊ

Ev plana ku di hevdîtinên navbera dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê de hate nirxandin, nayê zanîn ku hatiye qebûlkirin an na. Lê belê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hefteya derbasbûyî got, “Fikarên ewlekariyê yên Tirkiyeyê mafdar in” û ji bo çareseriyê jî bal kişand ser Mûtabaqata Edeneyê. Her wiha rejîma Sûriyeyê jî hewl da Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) weke “terorîst” pênase bike. Serokkomarê Îranê Rûhanî jî Mûtabaqata Edeneyê referans nîşan dabû.