SERÊKANIYÊ – Li bajarên Serêkaniyê û Hesekê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel li dijî gefên operasyona leşkerî yên Serokkomar Tayyîp Erdogan ber bi xeta sînor ve meşiyan û daxuyaniyên Erdogan şermezar kirin. Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan duh di kampa partiya xwe ya li Kizilcahamam a Enqerê hat lidarxistin de axivî û gefên xwe yên operasyona leşkerî ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam kirin. Bi hezaran gelên bajarên Serêkaniyê û Hesekê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûn li dijî gefên operasyona leşkerî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan û bertekên xwe nîaşn dan. Gelê ku li dijî operasyonê ber bi sînor ve meşiya, dirûşmeyên yekitiya gelan berz kirin. Çi dema ku gel bigihêje ber sînor, wê berteka xwe ya li dijî operasyona leşkerî bîne ziman û dûre wê meşa xwe bi dawî bikin. Li aliyê din, wê li navendên bajaran daxuyaniyên ji bo şermezarkirina operasyona leşkerî bên dayîn û meşên bi girseyê bên lidarxistin. Parve bike:
Gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gefên operasyonê meşiyan
