Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wan bi rengekî xurt li ber xwe didin.
10:30
Komîteya Rêveber a PKK’ê: Em di wê baweeriyê de ne ku di serî de Kurd û Ereb hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû hêzên wan ên parastinê, wê di çarçoveya banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk careke din bi wezîfeya parastina mirovahiya azad tevbigerin, wê her jin û mêrên ku dikarin rahêjin çekê bibin şervan, her mal bibe biryargeh, her kolan bibe çepereke şer û bi vî rengî wê li dijî faşîstên AKP-MHP’ê yên barbar berxwedaneke serketî bê nîşandan, wê zîhniyet û siyaseta TC a mêtinger-qirker li xaka Rojava bê binaxkirin.
10:29
PKK: Her mal, her kolan wê bibe çepera şer
Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk her mal wê bibe biryargehek, her kolan wê bibe çepera şer. PKK’ê bang li hêzên HPG û YJA Starê jî kir ku li her qada Bakurê Kurdistanê çalakiyên xwe geş bikin.
10:29
Dîmenên Serêkaniyê
10:28
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Dêrikê ya Kantona Hesekê difirin.
10:02
Dîmenê çeteyên hatin girtin.
09:56
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topan diavêjin gundê Eyn Dîwarê yê herêma Dêrikê.
09:53
Çeteyên dewleta Tirk ên hatin girtin.

09:52
Berdekvê Koma Parlamentê ya Partiya Sosyalîst a Fransayê Borrîs Vallaûd: Bêşerefiya Serokê DYE’yê. Rezaleta Serokkomarê Tirk. Ji bo Neteweyên Yekbûyî dema rastiya bêrehm. Jin û mêrên ku li dijî Dewleta Îslamê li eniyên pêş bûn gelo wê teslîmî tifaqa Trump-Erdogan bike? Wezîfeya Fransa û Ewropayê ye ku biçe alîkariya wan.”
09:44
Kongreya Star: Em bang li her kesî dikin ku rabin ser piyan û tevlî berxwedana me bibin.
09:40
Endamên HPC’ê 5 çeteyên ku hewl didan bi rengekî veşartî bikevin herêmê girtin.
09:35
Saziyên li Ewropayê li dijî dagirkirina Rojava daxuyanî weşandin û bi gotina “Roj roja rabûna ser piyane” banga xwepêşandanan li her kesî kirin.
09:35
Artêşa Tirk a dagirker niha bi çekên giran êrîşî gundê Aşmê yê Kobanê dike. Her wiha balafirên şer ên artêşa Tirk jî li ser Serêkaniyê difirin.
09:35
4 PARÇEYÊN KURDISTANÊ DIVÊ HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk: Roja roja yekîtiyê ye. Ev ne tenê meseleya Rojava ye. Êrîş û hewldana dagirkirinê ya li ser hemû gelên li cografyaya Kurdistanê ye. Îro Rojava sibehî wê Başûrê Kurdistanê be. Deskeftina parçeyekî ya li hemû parçeyan e. Dema ku êrîşek li ser parçeyekî hebe divê li çar parçeeyan Kurd helwesta xwe nîşan bidin. Bi reflekseke netewî li çar parçeyên Kurdistanê divê helwest were nîşandan.”
09:33
KON-MED: Li Elmanyayê wê bi deh hezaran kes di 12’ê Cotmehê de li hev kom bibin
KON-MED’ê li dijî dagirkirina Rojava bang kir ku di 12’ê Cotmehê de li Elmanyayê bi rengekî girseyî çalakî bên kirin.
09:30
Saziyên Êzidiyan ji bo çalakiyên 12’ê Cotmehê bang kirin
Saziyên civaka Êzidî ji bo çalakiyên 12’ê Cotmehê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk banga tevlîbûnê kirin.
09:17
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji ber nerazîbûna gelek welatan a li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk peyameke spasiyê weşand.
QSD’ê li ser Twitterê peyamek weşand û diyar kir, “Em spasiya helwestên hikumetên erebî der barê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di van rewşên dijwar de mîna Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn, Urdin, Lubnan, Lîbya, Misr, Kiwêt û Iraqê û yên hikumetên rojavayê jî wekî Brîtanya, Fransa, Hollanda, Kanada û Almanyayê dikin.”
08:52
LI SERÊKANIYÊ LIV Û TEVGERA HEWAYÎ
Balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Serêkaniyê digerin.
08:33
Çar tank hatin îmhakirin
Li Girê Spî çar tankên artêşa Tirk hatin îmhakirin.
08:28
Li gundikê Miçê yê Serêkaniyê di şerê navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên QSD’ê de 7 dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
08:16
Dagirker dîwarên li ser sînor radikin
Artêşa Tirk a dagirker dîwarê navbera gundên Til Erqam û Aziziye yên li rojavayê Serêkaniyê rakirin. Ev yek bu qada sêyemîn ku dîwar lê hate rakirin.
08:04
Cenazeyên 4 çeteyan di destê QSD’ê de ne
Çeteyên artêşa Tirk ên li başûrê Serêkaniyê êrîşî sivîlan kirin di çalakiyekê de hatin kuştin. Cenazeyên 4 çeteyên dagirker di destê şervanên QSD’ê de ne.
07:55
Dagirker bi rengekî bênavber topbaranê li gundên Siftek, Zormixar, Ziyaret û Aşmê yên li rojavayê Kobanê dikin. Çavkaniyên xwecihî dibêjin, li dijî gundê Aşmê ku tirba Suleyman Şah lê ye topbaraneke dijwar heye.
07:53
Dagirker ketin nava gundê Miçê, QSD lê dide
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan ketin gundê Miçê yê li rojhilatê Serêkaniyê. Şervanên QSD’ê bersiveke tund dan wan û li herêmê şerekî dijwar diqewime.
07:51
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li gundê Til Xelef ê Serêkaniyê dibarînin.
07:33
Siyasetmedar, akademîsyen û rêxistinên civakî bang li Neteweyên Yekbûyî kirin
Saziyên civakî yên sivîl, siyasetmedar û akademîsyenên li qada navneteweyî gotin, “Ji dewleta Tirk tê ku paqijiya etnîkî bike” û bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bikeve nava liv û tevgerê.
07:17
‘Em soza ku me daye gelên xwe pêk tînin’
Ji fermandarên Eniya Serêkaniyê ya QSD’ê Baz Kerkûkî got, “Li dijî dagirkerên ku dixwazin welatê me dagir bikin û gelên me êsîr bigirin, me heta niha bi berxwedana xwe derbeke giran li dagirkeran dane.”
07:05
Dagirkeran hucreyên xwe yên razayî li nêzî rêya Hesekê ya li başûrê Serêkaniyê xistin nava liv û tevgerê û êrîşî gel kirin. Şervanên QSD’ê dor li wan girtin û li wan dan. Li herêmê şer didome. Ji dagirkeran mirî û birîndar hene, lê hejmar nehate tespîtkirin.
07:03
Bajarê Serêkaniyê ji aliyê dagirkeran ve tê bombekirin.
06:20
Artêşa Tirk a dagirker dîwarê li gundê Miçê yê li rojhilatê Serêkaniyê jî radike.
06:13
Saziyên civaka sivîl ên navneteweyî, siyasetmedar û akademîsyenan gotin, “Ji dewleta Tirk tê ku paqijiya etnîkî bike” û bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bikeve nava liv û tevgerê.
06:13
Hem partiyên desthilatdar û mûxalefetê hem jî saziyên civakî yên sivîl ên Fransayê bi rengekî tund li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk radiwestin.
Dewleta Tirk li rojavayê Serêkaniyê dîwar rakir û hewl da êrîş bike. Şervanên QSD’ê bersiva êrîşan dan û di encamê de hewldana êrîşê hate têkbirin.