Kongreya Starê bang li hemû jinên cîhanê kir li ser bingeha kampanyaya ‘Jin Rojava diparêzin” çalakiyê li her deverê bikin.

Kongreya Starê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava bi daxuyaniyekê bang li hemû jinên cîhanê kir û got, ”Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li ser bingeha kampanya “Jin Rojava diparêzin” li her derê çalakiyan bikin. Di destpêka sedsala 21’an de  Tirkiye dixwaze bi faşîzmê mora xwe lêbixe. Polîtîkaya dewleta Tirk a faşîst her tim darbê li  jiyana hevbeş ya gelên Rojhilata Navîn dixe. Di heman demê de pêşî li yekbûna potansiyela şoreşgerî û nirxên demokrasiyê yê Rojhilata navîn û nirxên demokrasî û azadiyê ya hemû gelên cîhanê digire. Bêguman em dizanin ku dewletên paşverû, dewletên NATO´yê piştgirî didin dewleta Tirk a faşîst. Ji ber vê yekê em bang li hemû tevgerên demokrat, sosyalîst, şoreşger, femînîst, anarşîst, ekolojîst yên li Rojhilata Navîn, li Ewrûpa, Dewletên Yekbûyê yên Emerîkayê, Emerîkaya Latîn, li Asya, Afrîka û tevahiha cîhanê dikin ku vê faşîzma dewleta Tirk ferz dike bi berxwedanê têk bibin. ”

‘BILA HEMÛ JINÊN CÎHANÊ DENGÊ XWE LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK BIKIN YEK’

Bi berdewamî banga Kongreya Star wiha ye:

Em bang li her kesî dikin ku dibêjin mirov in, ku ji bo êrîşên îşgal û qirkirinê ku dewleta Tirk bi piştgirî û pejirandina hêzên hegemon yên cîhanê destpêkiriye were rawestandin, rabin ser piyan û bi berxwedana me re bibin yek. Nirx û bîranînên jinên Spanî, Filîstîn, Rusya, Vîetnam, Çîn, Kuba, Cezayîr, Meksîka û welatên bê hêjmar yên di şoreş û berxwedanên li dijî faşîst de cîh girtine bi şervanên YPJ zindî bûn. Jin ji bo nirxên li Efrînê heta dawiyê li ber xwe dan. Îro jî berxwedana hevbeş ya jinan û gelan dikare dewleta Tirk a faşîst rawestîne. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku em dengê xwe, çalakiya xwe û enerjiya xwe bikin yek û pêşengî li têkoşîna hevbeş ya gelan bikin. NY û NATO, dema dewleta Tirk xakên gelên Bakûr-Rojhilatê Suriyê û qirkirina Kurdan dike, pêşî lê negirt. Ji bo li dijî vê helwestê zextên demokratîk zêde bikin, em banga zêdekirina çalakiyan dikin. Her weha em bang li siyasetmedar, sazî û hukûmetên ku li dijî dagirkirinê hin hewldanên wan hene dikin ku bi çalakî û berxwedanan nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin. Em bang li Konseya Ewlekariyê ya NY dikin ku di civîna xwe de van êrîşên qirêj û qirkirinê rawestînin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku ji bo dengê xwe bigihînin Konseya Ewlekariyê ya NY rabin ser piyan.”