Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 10’ê Cotmeh 2019 PÊNCŞEM,
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….

&- Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk her mal wê bibe biryargehek, her kolan wê bibe çepera şer.

&- Şervanên QSD’ê, YPG û YPJ, darbên giran li hêzên Artêşa Tirk ya dagirker didin, 4 tanqên Artêşa Tirk ya dagirker teqandin.

&-Yekîneyên Tolhildanê doh bi şev , li Nisêbînê dijî lojmanên polîsan çalakî pêkanin, di çalakiyê de gelek polîsên dagirker hatin kuştin û birîndar kirin.

&- Siyasetmedarên ku nerazîbûna xwe ya ji bo operasyona li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn ziman, ji bo yekîtiyê bang li kurdan kirin.

&- Li Hewlêrê 14 partiyên Kurdan li Hewlêrê hatin cem hev û li ser rewşa dawî û êrîşên Dewleta Tirk ya dagirker, nîqşa kirin.

&- Berdekvê Koma Parlamentê ya Partiya Sosyalîst ya Fransa Borrîs Vallaûd Serokê Emeîrka Turmp û Serokkomarê Tikriyê Erodgan bi tundî şermezar kirin.