Tevgera Civaka Demokratîk têkildarî banga serkertêrê YNK`ê ya civîneke kurdistanî ya berfireh ji bo yekrêziya kurdî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya TEV-DEM`ê wiha ye:
“Tirkiyê bi êrîşa xwe ya hovane û faşîst li dijî vîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qanûn û peymanên navdewletî binpê dike. Di encama lihevkirinên siyasî yên ku Tirkiyê bi hinek dewletê diyar re girêdayî karûbarên Sûriyê di serî de DYA û Rûsya li hev kiriye, vîna gelê me yê kurd dike hedef û hewl didie vîna û nirxên wî têk bibe. Ew xeteriya dagirkirina Tirkiyê baş dizanin a ku di çarçoveya tunekirina demokrasiyê û vejandina terorê de pêk tê. Yanî tola xwe ji Hêzên Sûriye Demokratîk û YPG û YPJ`ê hilînin.
Ruxmî helwestên siyasî erênî ji hikumet û rêxistinên navdewlet û herêmî ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker wek dagirkirinek û êrîşek li dijî vîna gelê Kurd û şervanên ku teror tune kirin hesibandin. Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê belê berxwedana li dijî terorê gihîşt Başûr û Bakurê Kurdistanê. îro rastiyên li ser erdê îsbat dikin ku doza kurd doza gelekî ye ku li ser erdê xwe têdikoşe, li mafên xwe yên rewa digire da ku bi azadî û rûmet bijî. Lê Tirkiyê bi hovîtiya xwe li her derê şerê kurdan dike û vîna kurdî qebûl nake. Doza wî wek doza terorê dihesbîne ku divê tune bibe. Lê hinek aliyên herêmî bi derewiyên Tirkiyê û terora wê hatin xepandin ji ber wê tenê bi gotina metirsiyên wan hene helwest nîşan dan û nikarîn derfetên xwe bi kar bînin ji bo rê li pêşiya derewiya Tirkiyê bigirin.
Lewra wek Tevgera Civaka Demokratîk em dibînin ku pêwîst e civînek berfireh ji aliyên kurdistanî re li darkeve. Ji ber ku di vê pêvajoyê de ji bo yekrêziya refa kurdî xurtkirina têkiliyên biratiyê û wergirtina berpirsyariyê li hember xeterî û hesasyeta vê pêvajoyê pêwîst dike. Pêwîste tevahiya partiyên siyasî yên kurdistanî, saziyên civaka sivîl, malbatên şehîdan, jin, ciwan û kesayetên serbixwe tev li civînê bibin. Ji ber derbasbûna demê di vê pêvajoyê de nakeve xizmeta kurdan. Êrîşkera Tirk ya faşîst ji neyekrêziya ref û helwesta kurdî tê.
Li hember van êrîşên berberî yên Tirkiyê ya ku êdî nikare dîwara berxwedana dîrokî li Serêkaniyê û Girê Spî bişkîne, tevî helwestên gelê me yê Kurd ên berxwedêr li her çar parçeyên kurdistanê û li derveyî welêt, wek Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) em spasiya helwestên gelê Kurd û partiyên siyasî yên kurdistanî dikin. Em hemû bi xeteriya qirkirina komî û guhertina demografîk ku li Efrînê û herêmên din ên kurdistanê rûdaye dihesin. Ev komkujî ji hêla tirkên faşîst ve bi hevkariya AKP û MHP`ê û çeteyên wê yên terorîst li dijî vîn û destkeftiyên me yên dîrokî yên ku bi saya fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin, pêk tên. Ji vir em girîngiya lidarxistina kongreye neteweyî ya kurdistanî bi tevlibûna tevahiya aliyên siyasî û civakî yên demokratîk bi tevahiya çînên xwe dibînin. Da ku bighêjin biryarên niştîmanî giştî ku xeyala gelê Kurd li her çar parçeyên kurdistanê bi yekitiya niştîmanî pêk tîne.
Şert û mercên niha li me hemûyan ferz dike ku em ji şehîdan û gelê xwe re wefadar bin. Em vê gavê wek gavek ber bi avakirina yekrêziya refa kurdî dûrî ajandeyên partiyetî dihesbînin. Ji ber li berjewendiyên gelê Kurd û nirxên wî yên cewherî li her derê biparêzin. Banga birayê Kesret Resûl a civîneke kurdistanî ya berfireh em erênî dibînin.”
(şx)