Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, berxwedana dîrokî ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 6’an de ye.
ShareTweetE-mailWhatsAppTelegram12:34KJK: DAÎŞ a esasî hikumeta Erdogan eKoordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li dijî Rojava domdariya komploya 9’ê Cotmehê ye û diyar kir, êrîşeke bê wijdan û bê exlaq e ku li dijî K…
12:14
Nexweşxaneya Lêgerîn a li Til Temirê ragihand ku di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de yên li dijî Serêkaniyê di nava 6 rojan de 75 sivîl şehîd bûne û 450 sivîl jî birîndar bûne.
11:59
Şervanên YPJ’ê bi çekên giran li dagirkeran dan
11:39
YPJ’ê bi çekên giran li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete çalakiyek kirin. Di encamê de gelek ji leşker û çeteyên Tirk mirin.
11:30
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya li dijî Serêkaniyê kedkarê çapemeniya azad Mihemed Hisên Reşo şehîd bû.

11:29
Di bombardûmana îro de ya artêşa Tirk a dagirker a li navenda Serêkaniyê sivîlek şehîd bû û 2 sivîl birîndar bûn.
11:13
Komalên Ciwan li dijî êrîşên qirker ên dewleta Tirk bang li ciwanan kir ku her deverê bikin qada berxwedanê.
11:10
Kongreya Star got, ”Ev pêvajoya dawî, ferfitîne dawî ya Erdogan e. Beriya ku biçe serî li talan û rêyên qirkirinê dide.” Di daxuyaniyê de hate gotin gel heta dawî wê li ber xwe bidin.
11:00
Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê bi daxuyaniyekê li ser êrîşên dagirkeriya Tirk gotin, ”Dewleta Tirk hebûna xwe li ser tinekirina Kurdan ava kiriye” û diyar kirin ”Em biheq in û em ê bi ser bikevin”.
10:48
Duh di saetên êvarê de artêşa Tirk a dagirker topek avêt gundê Çetelê yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê û di encamê de welatiyê bi navê Izedîn Mehmûd El-Yûsif birîndar bûbû û îro di saetên sibê de şehîd bû.
10:36
Li eniya Serêkaniyê roja 6’an a berxwedanê
10:28
Lîderê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî rexne kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi helwesteke lawaz tevdigerin û got, “Divê êdî dawî li vê bê anîn û pêkanîn li Tirkiyeyê bê ferzkirin.”
09:51Berxwedêrên Serêkaniyê: Ev şerê man û nemanê yeLi ser propagandaya dewleta Tirk a dagirker ku digot, ”navenda bajêr a Serêkaniyê hatiye bidestxistin” rojnamevanê me Ersîn Caksû bi fermandarên nav berxwedanê re axivî. EM XWEDAN VÎNEKE QEYÎM…
09:42
Şervanên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li bajarê Serêkaniyê bi rengekî bi heybet li ber xwe didin, diyar kirin ku ev şer şerê man û nemanê ye û bang li gelê Kurd kirin ku rabin ser piyan û li ber xwe bidin.
09:25
Serokê partiya Demokrat û Yekîtiya Serbixweyan (UDI) a Fransiz Jean-Christophe Lagarde ji xwest lîstika ku îşev wê di navbeyna tîma millî ya Fransayê û Tirk de were betalkirin, ku tîma Tirk ji bo destekê bide dagirkeriya Tirk slava leşkerî dabû.
08:47
Elysee: Ji bo leşkerên Fransî û sivîlan wê tedbîr bên wergirtin
Li Fransayê piştî civîna Konseya Ewlekariyê ya şeva Yekşemê dagirkeriya Tirk ‘bi gotina herî tund’ hate şermezarkirin û hate gotin, ji bo sivîlan û leşkerên Fransayê yên li qadê wê tedbîrên ewlekariyê bên wergirtin.
08:47
PKK: Pêwîstiya lezgîn bi Konferansa Neteweyî heye
PKK destnîşan kir ku Kurd nebin yek û bi hev re tênekoşin nikarin destketiyên xwe biparêzin û diyar kir, “Bi rengekî lezgîn pêwîstî bi Konferansa Neteweyî heye ku hêzên siyasî, partî û civaka demokratîk a rêxistinbûyî li hev kom bibin.”
Li Serêkaniyê ji doh bi şev û vir ve şer didome. Şervanên QSD’ê bi berxwedaneke mezin hewldana dagirkeran a ji bo ketina nava bajêr têk birin. Hêzên dagirker hewl dan ji rojhilat û bakur ve bikevin nava bajêr, lê êrîş hemû hatin têk birin. Gelek dagirker hatin kuştin. Ji doh bi şev û vir ve bi balafirên şer û obusan bombardûman li bajêr tê kirin. Di şerê doh de 2 panzer hatin rûxandin û derb li bûldozer û 2 dozeran hate xistin. Di şer û çalakiyên sûîqestê de 27 leşker hatin kuştin.