Platforma Defend Rojava li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava bang kir ku Çarşemê li pêşiya Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê tevlî çalakiyê bibin.
Bi pêşengiya Platforma Parastina Rojava (Defend Rojava) wê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê çalakiyek bê kirin.
Platformê der barê çalakiyê daxuyaniyek weşand û diyar kir, “Bi navê Platforma Parastina Rojava ji bo rawestandina şer û komkujiyên ku li dijî Kurd, Asûrî-Suryanî, Ereb, Ermenî, Elewî, Êzidî, Mİsilman û hemû gelên li Rojava tên kirin, di 16’ê Cotmehê de em ê li pêşiya Parlamenta Ewropayê ya li Brukselê çalakiyekê bikin.
Em ê kulîlkan deynin devera ku çeteyên DAÎŞ’ê komkujî lê kirin û piştre ber bi Parlamentê ve bimeşin. Ji bo rawestandina şer em ê hevdîtinan bikin û bang bikin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê.”
Di daxuyaniyê de bang li Kurdistaniyan, nûnerên sazî û partiyên Tirkiyeyî, siyasetmedar, hunermend, rewşenbîr, akademîsyen, malbatên mexdûr û xaziyên Rojavayî hate kirin ku tevlî çalakiyê bibin.
DEMA ÇALAKIYÊ
16.10. 2019
12:00
Place Schuman, Rue de la loi, 1040 Bruxelles