Li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ku bi êrîşên dagirkeriyê re ketin nava liv û tevgerê yekîneyên îstîxbaratê yên Rojava ketin nava tevgerê, operasyonek kirin û hucreyeke ku bi dewleta Tirk re dixebitî têk birin.

Piştî ku dewleta Tirk li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir, hucreyên razayî yên DAÎŞ’ê jî ketin nava hewldanan û li Qamişlo û Hesekê hin êrîş kirin. Yekîneyên îstîxbaratê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li dijî komên çete ketin nava hewldanan.

Yekîneyên taybet ên Îstîxbarata Rojava li Qamişloyê ji bo têkbirina hucreyekê kete nava hewldanan. Piştî şopandina sê rojan koma DAÎŞ’ê bi operasyoneke yekîneyên ewlekariyê hate têkbirin.

Yek ji berpirsyarên yekîneya taybet diyar kir, ku çeteyên DAÎŞ’ê yên hatin têkbirin amadekarî dikirin ku êrîşên sûîqestê û bombeyî bikin. Her wiha kar dikirin ku koordînatên saziyên rêveberiya xweser û herêmên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dewleta Tirk re ragihînin.

Berpirsyarê yekîneya taybet ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku piştî êrîşên dagirkeriyê dest pê kirin komên çete jî li hin gund û bajarokan ketin nava hewldanan, êrîşî hêzên YPG’ê kirin û li gelek herêman jî ji bo obus, tank û balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker koordînat ragihandin.

Rayedar her wiha diyar kir ku sê ji endamên koma çete di nava komên çete yên ‘Mertala Firatê’ de bûn ku dewleta Tirk di sala 2016’an de li Cerablûsê dest bi dagirkeriyê kiribû. Tê gotin ku du ji endamên komê jî ji bo komkujiyan bikin ji Minbicê çûne Qamişloyê.

Her wiha hate ragihandin ku endamên komê li xwe mikur hatine ku gelek sûîqest kirine, li hin deveran êrîşên bombeyî kirine û ji bo komkujiyan bikin beriya demekê ji Minbicê hatine Qamişloyê û dest bi amadekariya komkujiyan kirine.

Tê gotin ku eger ev koma çete nehatibûya têkbirin, dibe ku komkujiyên mezin kiribûna.