RSF’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Li Bakurê Sûriyeyê ji ber bomberdûmana hêzên Tirk du rojnameger hatin qetilkirin û ji ber rewşa ewlehiyê gelek nûçegihan û rojnameger ji Kurdistana Sûriyeyê derdikevin.

Li Serêkaniyê li dijî sivîlan êrîşeke hewayî hate kirin û di konvoyê de nûçegihanê ANHA’yê Seed Ahmed û nûçegihanê Çira Tvyê Mihemed Husên Reşo hatine qetilkirin. Herî kêm jî 8 rojnameger birîndar bûne.”

Berpirsê buroya Rojhilata Navîn ê RSF’ê Sabrîna Bennoûî diyar kir ku êrîşên li ser rojnamegeran li dijî hiqûqa navneteweyî ye.