Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Berxwedana gelan jî 8 roj in didome.

10:53

ENIYA SERÊKANIYÊ

10:39

Şervanên QSD`ê li gundê Wesîta yê navbera Til Findir û Eyn Îsayî de, çalakiyek li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîn.

Di  encama çalakiyê de, çeteyek hate kuştin û 5 jî birîndar bûn.

10:38

Şervanên QSD`ê gundê Celbê yê nêzî Girê Spî ku duh ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatibû dagikirin, îro rizgar kirin.

10:37

Li gundê Kendalê yê rojavayî Girê Spî şervanên QSD`ê li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dan û di encamê de BMB dagirkeran hate rûxandin û ajokarê wê hate kuştin û BMB din jî hate derbkirin.

10:36

Li Fransayê gelek siyasetmedar, nivîskar û nûnerên rêxistinên civakî li dijî êrîşên li dijî Rojava li hev kom bûn û bi tundî li ber dewleta Tirk rabûn.

10:35

10:02

YJK-E: Heta ku Erdogan bicehime em ê li qadan bin

YJK-E’yê ji bo Rojava banga mezinkirina berxwedanê kir û diyar kir, “Heta ku Erdogan ê faşîst û çeteyên wî yên dagirker ji xaka me bicehimin em ê li qadan bin.”

09:06

Şervanên QSD’ê li Eyn Îsayê du wesayitên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku dokça li ser bûn bi dest xistin.

09:06

Endamên Hêzên Şoreşger ên Ciwanan ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avahiya CHP’ê ya navçeya Şîşlî ya Stenbolê dagir kirin.

08:59

Berxwedana Serêkaniyê 8 roj in didome.

08:54

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok ji bo Erdogan got, ‘faşîst ê sedsalê ye’ û diyar kir, ku ‘di sînorê mirinê’ de êrîşî Rojava dike. Li gorî Ok, temenê Erdogan êdî çend hefte yan jî meh in.

08:51

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan êrîşî nuqteyên rejîma Sûriyeyê yên li Eyn Îsayê kirin. Piştî ku rejîmê bersiv dan êrîşê şer qewimî û di şer de 3 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn.

Şervanên QSD’ê dagirker qewirandin, gelek dagirker mirin û birîndar bûn

Şervanên QSD’ê doh êvarê bi operasyonekê gundên Menecir, Lelan, Amrî û Ehrez ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan paqij kirin. Di encamê de gelek dagirker hatin kuştin û birîndar bûn. Çeteyên Tirk doh jî ji bo bikevin nava gundê Alyayê êrîş kirin û ji ber bersiva tund a şervanên QSD’ê neçar man birevin.

Dagirker dixwazin bi dagirkirina gundên Menecir, Lelan, Amrî û Ehrezê têkiliya Til Temir û Serêkaniyê ji hev qut bikin. Berxwedana şervanan ev plana dagirkeran têk bir.