Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava li Kradnodarê hatin şermerzarkirin.
Kurdên li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê çalakiyek pêk anîn û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava şermezar kirin.
Di çalakiyê de ya li ber Navenda Çandê ya Krasnodarê Nadîre Çerkez axivî û got, “Erdogan li pêş çavên tevahiya dinyayê Kurdan dikuje.”
Çerkez bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî zilma ku li Kurdan tê kirin û got, “Kurd hewl didin bi hêza xwe li dijî van êrîşên qirêj rawestin. Di serî de Rûsya divê hêzên navneteweyî tavilê bikevin dewrê û sûcên şer ên Tirkiyeyê rawestînin.”
Çerkez got, “Bi navê Kurdên li Rûsyayê em dibêjin ku em li gel şervanên azadiyê ne.”