Li bajarê Mulhouse yê Fransayê bi tevlîbûna gelek sazî û dezgehan avabûna Komîteya Piştgiriya Rojava hate îlankirin.

Li Mulhouseyê partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên civaka sivîl ên cûr be cûr hatin cem hev û biriyara bi hev re têkoşînkirinê dan. Piştî îlankirina avabûnê, komîteyê daxuyaniyek da û bal hate kêşandin ku dewleta Tirk plana qirkirinê daye û dixwaze ji gelê Kurd ku li Sûriyeyê li dijî DAÎŞ’ê berxwedanekî dîrokî daye tolê rake.

Di daxuyaniyê de ku ji gelên Ewropa tê xwestin ku bi gelê Rojava re xwedî li şoreşê derkevin, hate ragihandin ku yekane rêya derbaskirina krîzên aborî û civakî yên li cîhanê heye, paradîgmaya “Konfedralîzma Demokratîk” û bi hev re têkoşînkirina gelan e.

Komîteyê bang li gelên Ewropî kir da ku roja şemiyê tevlî çalakiya girseyî ya ku wê li Mulhouseê pêk bê bibin.

Piştî îlankirina komîteyê, di nava rojê de li dijî komkujiya ku dewleta Tirk li Serêkaniyê kir çalakiya protestoyî pêk hat.

Navê saziyên ku di Komîteya Piştgirya Rojava cihê xwe digirin wihaye: Collectif Feministe Du 68, DIDIF, Tevgera Jinên Kurd yên Ewropa, Partiya Ekolojiya Keskan ya Ewropa (EELV), Lîga Mafên Mirovan (LDH), Partiya Nû ya Antî-Kapîtalîst (NPA), Partiya Komunîst a Fransa (PCF), Generation.S., Partiya ji Nûve Avabûna Sosyalîst (SYKP), Konfedrasyona Gelên Demokratîk yên Ewropa (ADHK), Konfedrasyona Karkerên Tirkiyeyî yên Ewropa (ATIK), Konfedrasyona Koçberên Bindest yên Ewropa (Aveg-Kon), Navenda Çanda Elevî (AKM).