Li dijî êrîşên dagirkeriyê, ku dewleta Tirk bi deh hezaran leşker û çeteyên xwe êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, berxwedana gelan di roja 9’an de bênavber didome.

07:54

Arteşa Tirk bi tankan bombeyan li gundê Alya yê Til Temirê dibarîne. Şer didome.

07:45

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif diyar kir ku beriya rayedarên DYE’yê li Enqerê bicivin, artêşa Tirk û çeteyên wê, wê îşev bi hemû hêza xwe ve êrîş bike.

07:44

Endamê Konseya Giştî ya HBDH’ê Ferzad Can got, ”Me bi şer Rojava azad kir, hewce bike di ber de bimirin û berevaniyê lê bikin.”

07:35

Xelatgirê Kurd ê Matematîkê Prof. Dr. Koçer Bîrkar li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabû.

07:35

Hunermendan diyar kirin, bêyî yekîtiyê û têkoşîna hevpar destketî nikarin bên parastin û bal kişandin ser girîngiya konferansa neteweyî.

07:34

Li gundê Khafiyah ê Eyn Îsayê ji doh êvarê ve şer giran e. Hêzên QSD’ê di cih de bersiv dan êrîşên hêzên taybet ên Tirk û derbên giran li dagirkeran xistin. Wesayiteke leşkerî ya dagirkeran hate îmhakirin, her wiha gelek ji malzemeyên leşkerî ketin destê şervanan.

07:34

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan ku xwestin bikevin gundê Kendal ê Girê Spî êrîşa wan hate têkbirin. Di şer de 7 dagirker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

07:33

Li gundê Menacir ê Serêkaniyê jî şer diqewime. Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombeyan li gund dibarînin.

07:30

Li gundê Alya yê Til Temir şer ji nû ve giran bû. Şervanên QSD’ê derbên giran li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan dixin. Balafirên şer ên Tirk bombeyan li gundê Alya dibarînin.

Di navbera dagirkerên Tirk û şervanên QSD’ê de şer giran e

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe ji doh êvarê ve ji hewa û bejahî ve bi her şêwe çekên xwe û teknîka dawî êrîşî navenda bajarê Serêkaniyê dike.

Şervanên QSD’ê bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Di şer de gelek dagirker hatin kuştin û birîndar bûn. Ji QSD’ê jî şehîd û birîndar hene.

Tevî hemû êrîşan dagirkeran nekarî bi berxwedana QSD’ê. Şerê li bajêr bi dijwarî didome.

Tê payin ku QSD di nava rojê de agahiyên berfireh ên der barê şer eşkere bike.

Dagirkerên dewleta Tirk li gel çekên giran her wiha çekên kîmyewî jî bi kar tînin. Hêzên QSD’ê bi rengekî dîrokî li ber xwe didin.