Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 17’ê Cotmeha 2019 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mazlûm Ebdî, li ser rewşa şer a li Rojava ji Ronahî tv re axivî û got, li seranserê sînor bi qasî 150 km şerekî giran heye.
&- Li hemberî êrîşên li dijî rûmeta mirovahiyê, Gerîllayên azadiya Kurdistanê çalakiyên bi bandor pêk anîn, 23 leşkerên Artêşa Tirk ya dagirker hatin kuştin.
&- Endama Desteya Rêveber ya TEV-DEM’ê Foza Yûsif diyar kir ku beriya rayedarên Emerîka li Enqerê hevdîtinan bikin, hêzên Artêşa Tirk û çeteyên wê, bi hemû hêza xwe êrîş dikin.
&- Di encama êrîşên dagirkerî û qirkirina Kurdan a dewleta Tirk a dagiker a li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyê de, 218 sîvîl şehîd bûn û 653 birîndar bûne.
&- Li hemberî êrîşên dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêxistinên jinan ên navneteweyî deklarasyonek weşandin û xwestin ku êrîşên dagirker were bidawîkirin.