Kurdistaniyên ku li bajarên Avîgnon, Grenoble, Vîllîer le Bel û Rouen ên Fransayê daketin qadan û êrîşên dagirkerî û qirkirinê protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wê li gelek bajarên Fransayê daketin qadan, êrîşên dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

AVÎGNON

Kurdistanî û dostên wê li bajarê Avîgnon a Fransayê li hev kom bûn û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Girseyekî mezin tevlî xwepêşandana ku ji aliyê sazî û dezgehên DKTM, Avîgnon Gîtoyennne Et Populaîre, Avîvgnon Însoumîse, NPA 84, PCF 84, PCOF, Unîon Syndîcale Solîdaîres 84 hatibû organîze kirin, bû. Di xwepêşandanê de girse li pêşiya gara bajarê Avîgnonê dest bi meşê kir û heta avahiya şaredariyê domand. Axavtinên ku di xwepêşandanê de hatin pêşkêşkirin de ji her kesê ku alîgirê mirovatiyê ye hate xwestin ku piştgirî bidin Rojava. Nûnerên saziyên Fransayê jî bang li dewleta Fransayê kirin ku li dijî sûcên dewleta Tirk bikeve nava liv û tevgerê.

GRENOBLE

Li bajarê Grenobleyê ku dikeve başûrê Fransayê, êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekî hate protestokirin. Meşa ku li ser banga gelek saziyên bajarê Grenbole pêkhatî, li meydana Felîx Polountê destpêkir. Di meşa ku heya ber avahiya valîtiyê dom kirî de tevlîbûna Fransiyan bal kêşand. Di mîtînga protestoyî de jî daxuyaniya hevbeş a AIAK, ACIP-ASADO, Association Culturelle Mesopotamie de Lyon, CNT, UD CGT, CIIP, Ensemble 38, MRAP, FSU, Nuestra Amerîca Grenoble, LSR, Le Mouvement de la Paix Isere, PCF Isere, PCOF û PG 38 hate xwandin.

VÎLLEIERS-LE-BEL

Li bajarê Vîlleneuve Saint Georges ku dikeve berbajara bakurê Parîsa paytexta Fransayê, Kurdistanî û dostên wê êrîşên dewleta Tirk ya ku li ser Rojava didomîne protesto kirin. Xwepaşndana ku şoreşgerên Tirkiyeyî piştgirî danê de li pêşiya gara trenê ya bajêr pêkhat. Girseya qerebalix ku piştî saetên davî yên kar hatin gel hev, dest bi meşê kirin. Di çalakiya ku nêzî saetekî dom kirî de girseyê li pêşiya gara trenê mîtîngek jî lidar xist. Di mîtîngê de yek ji bijartiyên Partiya Komunîst a Fransa (PCF)’yê Hennebelle Françoise diyar kir ku parêzvan û piştevanê azadiya Kurdan û gelên Sûriyeyê ne. Hevberdevkê Meclîsa Civaka Kurd ê Demokratîk a Vîllîers-le-bel Murad Varli jî ji bo meşa girseyî ya ku vê roja şemiyê li Meydana Parîs Republîque çêbibe banga tevlîbûnê kir.

ZANÎNGEHA SOBONNE

Li zanîngeha navdar a Sorbonne ya Parîsê bi tevlîbûna ciwanan xwepêşandanekî protestoyî pêkhat. Li Place de la Sorbonne’yê di çarçoveya kampanya “Nehêle” ya ku ji aliyê tevgera ciwanan YXK-JXK’ê hatibû destpêkirin de ciwanên Kurd û ciwanên aktîvîst yên gelên din kom bûn û drûşmên “Erdoganê Kujer” û “Bijî Berxwdana Rojava” berz kirin. Di xwepêşandanê ku bala ciwanên din ên zanîngehê kêşayî de belavok hatin belavkirin.

ROUEN