Dagirkeriya Tirk a li Rojava wê di 23’ê Cotmehê de li Brukselê bi meşeke navendî bê şermezarkirin. Têkildarî meşê KCDK-E’yê daxuyaniyek da û got: “Heta dagirker ji rojava derbikevin wê berxwedan bidome.”
Nerazîbûnên li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. 23’yê Cotmehê li paytexta Belçîka Brukselê wê bi pêşengtiya KCDK-E’yê meşek navendî bê kirin. KCDK-E’yê li ser mijarê daxuyaniyek da, diyar kir ku dagirkerina Rojava bi plana hevpar a Rûsya, Tirkiye û DYE’yê pêk hatiye.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) ev got: ”Piştevaniya navneteweyî ya li dorî gelê Kurd bûye yek, destkeftiyê herî dîrokî pêk aniye. Di dîrokê de cara yekê ye ku li dorî berxwedaneke wiha dibin yek dil. Gotina ti dostên Kurdan tine êdî ti wateyê nade. Hemû gelên cîhanê, kesên xwedî wijdan dostên Kurdan in, dilên wan bi Kurdan re lê dide. Berxwedana Serêkaniyê bû berxwedaneke netewî û mirovahiyê.”
‘LIHEVKRIN NÎNE DAGIRKERÎ HEYE’
KCDK-E’yê anî ziman ku dagirkeriya li Girê Spî û Serêkaniyê nayê qebûlkirin û got: ”Heta dagirker û komploger ji Rojava dernekevin wê berxwedana me bidome. Weke roja yekem wê çalakiyên me yên netewî û bûye raya giştî ya netewî kêm nebe. Wê plansaziyên çalakiyên me yên heyî dewam bike. Li her welat, eyalet, bajar, qad wê rêveber plansaziyên xwe nû bikin û şev û roj çalakiyên xwe bidomîne. Rojek tenê jî bê çalakî nabore. Heta qirkirin, paqijiya etnîkî û dagirkerin dom bike, di qada gerdûnî de wê çalakiyên me jî bidomin. Niha moralê me hê zêdetire.
Îro çapemeniya gerdûnî, netewî û cîhanî dîsa siyaseta cîhanê li pişt me ye. Ji her demê biêztir, bi moral in, dîsa derfetên serketin û şoreşê di berxwedana Serêkaniyê de derket holê. Dagirkeriya li Serêkaniyê bûye xetaya herî mezin a hêzên komploger. Bi berxwedan me ne carekî din Trûmp û ne jî Erdogan dikarin bibin desthilat. Bi razîkirina Kurdan dixwazin xwe rizgar bikin. Lihevkirin nîne, dagirkerî heye, qirkirin, paqijiya etnîkî heye. Berxwedana li dijî dagirkeriyê her diçe wê mezin bibe.
‘TI HÊZ DAGIRKERIYÊ QEBÛL NAKE’
KCDK-E’yê got: “Em qet rê nadin ku Kurd, Asûrî, Ereb, Keldan, Ermenî, Êzid, Elewî û Xiristiyanên li Rojava dijîn ji ser axa wan bên koçkirin. Bi qasî eniya berxwedanê ya gerdûnî û netewî siyaseta cîhanê jî vê dagirkeriyê napejirîne. Her ku em berxwedana netewî û gerdûnî bidomînin, wê ewqasî derxistina dagirkeran jî zû pêk bê. Em bang li hemû kesên xwedî wijdan, rûmet dikin ku tevlî çalakiya 23’yê Cotmeah 2019’an a Defend Rojava a ku wê li paytexta Belçîka Brûkselê bê lidarxistin bibin.”
Çalakî wê li navnîşana Konîng Albert-II Laan 15, 1210 Brûkselê pêk bê.