Hêzên Tirk ên dagirker êrîşî gundekî li rojavayê Girê Spî kirin. Ji ber êrîşê şer diqewime.

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi rengekî yekalî agirbestê binpê dikin.

Dagirkeran êrîşî gundê Çatê yê li rojavayê Girê Spî kirin. Şervanên QSD’ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan êrîşan. Li herêmê şer diqewime.