Amûra Hewayî ya Bêmirov a Biçek (SÎHA) ya artêşa Tirk a dagirker li gel agirbestê jî êrîş bire ser navçeya Zirganê ya Serêkaniyê. Endamekî Ewlehiya Navxwe şehîd bû, 3 şervanên QSD’ê birîndar bûn.

Li gel agirbestê jî dewleta Tirk bênavber êrîşên xwe didomîne, SÎHA’yeke dewleta Tirk navçeya Zirganê bombe kir.

Dema êrîşê endamekî Hêza Navxwe şehîd bû, 3 şervanên QSD’ê birîndar bûn.

Hate gotin birîndar rakirine Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a li Til Temirê û rewşa birîndaran giran e.