Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan banga beşdariya mitînga 1’ê Îlonê ya li Qada Îstasyona Amedê kir û got: “Aştiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin.”
Rêxistina HDP’ê ya Amedê têkildarî mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya dê sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê bê pêk bê li ber Plazaya AZC’ê ya li Semta Ofîsa Amedê daxuyaniya çapemeniyê da. Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan, parlamenterên HDP’ê yên bajarên herêmê, Alîkara Hevserokên Giştî ya DBP’ê Hacer Ozdemîr, Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê Sînan Çîftyurek, rêveberên HDP, DBP, ESP, OSP û nûnerên saziyên civakî yên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de ewil Hevserokê Rêxistina HDP’a Amedê Mehmet Şerîf Çamçi axivî û got: “Gelê Kurd di pêvajoyek dîrokî de derbas dibe. Ji ber xatirê ku aştî pêk were em hemû gelê xwe vedixwînin mitînga aştiyê.”
Piştî Çamçi, Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan axivî û bal kişand ser şerê li herêmê û Rojhilata Navîn û got: “Sedema bingehîn a van qewimandinên neyînî polîtîkayên şer e.”
‘AŞTIYA TIRKIYEYÊ TÊ TECRÎDKIRIN’ 
Kurtulan destnîşan kir ku damarê jiyanê yên Tirkiyeyê xetimîne û wiha dewam kir: “Ev rewş encama ne çareserkirina pirsgirêka kurd e ya bi rêyên demokratîk nayê çareserkirin. Li ser birêz Ocalan tecrîdek giran heye. Lazim e dawî li vê pêkanîna tecrîdkirinê were. Daxwazên mirovî jî bi şeklek kêfî tê qedexekirin. 3 sal e brêz Ocalan tê tecrîdkirin. Divê demildest tecrîdkirin bê rakirin. Bi tecrîdkirina Ocalan aştiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin.”
‘DAXWAZÊN MORIVANE TÊN QEDEXEKIRIN’ 
Kurtulan bal kişand ser mudaxeleya çalakiya Dayikên Şemiyê, pêkanînên li ser girtiyên nexweş, astenkirina beşdariya merasîma cenaze û şînê û astengkirina cenazeyê welatiyek sivîl a li Nisêbînê û got: “Van pêkanînan bi hinceta ‘ewlehiyê’ derdixin. Mirov dixwazin peywîra xwe ya mirovahî pêk bînin, lê tên astengkirin. Em vê rewşê şermezar dikin.”
‘GEL WÊ BIHERIKE QADA MITÎNGÊ’ 
Kurtulan bal kişand ser girîngiya mitînga li Amedê û wiha got: “Sibê dê gelê Amedê deriyên mala xwe mifte bike û biherike qada mitîngê. Li vir em ê li dijî tecrîd, krîza aborî û şer dengê xwe bilind bikin. Bila tecrîd winda bike, azadî û edalet bi ser bikeve. Bijî 1’ê Îlonê.”
Piştî axaftinan parlamenter û yên bi wan re di çarçoveya xebatên mitîngê de tevahiya rojê li nav esnaf û welatiyan geriyan, belavok belav kirin û gel vexwendin mitîngê.