Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê û li bajarê Bordeaûx ê Fransayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
Kurdistaniyên li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê tevî dostên xwe li hev kom bûn û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Ji bo bîranîna siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef û bi sedan sivîl û şervanên QSD’ê yên ji aliyê dagirkeran ve bi hovane hatin qetilkirin find hatin vêxistin.
Qisekeran diyar kirin ku dewleta Tirk çekên qedexekirî li dijî sivîlan bi kar tîne û bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî kirin ku rê nedin komkujî û qirkirinê.
BORDEAÛX
Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê bi heman armancê çalakiyek pêk hat. Çalakî bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan pêk hat.