Li Danîmarkayê 9 partiyên siyasî yên li parlamentê tên temsîlkirin, ji bo bidawîbûna dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji parlamentê xwestin ku biryarê werbigire.

Parlamenterên 9 partiyên siyasî pêşnûmeyeke hevpar doh pêşkêşî parlamentê kirin û ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk ji parlamentê xwestin ku biryarê werbigire.

Nûnerên partiyên siyasî xwestin ku parlament ji Tirkiyeyê bixwaze ku dagirkeriyê bi dawî bike, leşkerên xwe vekişîne û ji rêveberiya Danîmarkayê xwest ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestîne.

Parlamentan ji hikumetê xwest ku li Yekîtiya Ewropayê li dijî dagirkeriya Tirk hîn bêhtir bi rengekî çalak tevbigere û li nava NATO û platformên navneteweyî zextê li Tirkiyeyê bike.

Her wiha ji parlamentê xwest ku biryarê werbigire ji bo Danîmarka alîkariya însanî bi Bakurê Sûriyeyê re bike.

Xwediyê pêşnûmeyê: Ji Partiya Sosyal Demokrat S) Anetta Lind, ji Partiya Çep (K) Michael Aastrup Jensen, ji Partiya Gel a Danîmarkayê (DF) Soren Espersen, ji Çep a Radîkal (RV) Martin Lindegaard, ji Partiya Gel a Sosyalîst (SF) Karsten Honge, ji Lîsteya Yekîtiyê (EL) Eva Flyvholm, ji Partiya Mûxafazakar (KF) Naser Khader, ji Alternatîf (ALT) Rasmus Nordqvist û ji Tifaqa Lîberal (LA) Henrik Dahl.