Krîza navbera rêveberiya Viyanayê û rejîma Enqereyê ku demeke dewam dike, derbasî qonaxeke nû bû. Di rapora sala 2017’an a Daîreya Têkoşîna li dijî Terorê û Parastina Destûra Bingehîn (BVT) de ku saziya îstîxbaratê ya Awûstûryayê ye, işaret bi nerazîbûna li karên dewleta Tirk hate kirin.

Serokê BVT’ê Peter Grîdlîng rapor eşkere kir û diyar kir, Enqere hewl dide bi rêya saziyên Tirk ên li Awûstûryayê bibe xwedî hêz. Grîdlîng destnîşan kir ku dewleta Tirk di serî de komele, civaka Tirk a li Awûstûryayê bi kar tîne û got, “Tirkiyeyê daye pey mûxalîfên siyasî yên li welatên me û hewl dide wan tespît bike.”

Serokê rêxistina îstîxbaratê da xuyakirin ku hewldanên dewleta Tirk ên ji bo sîxurkirina welatiyên ji Tirkiyeyê zêde bûne û ji Enqereyê xwest ku dawî li van hewldanên xwe bîne.

Grîdlîng diyar kir, welatiyên ji Tirkiyeyê dema diçin serdana Tirkiyeyê bi rêbazên îstîxbaratî tên şopandin û piştre zexta ‘Dema ku tu vegeriya Awûstûryayê tu yê ji bo me sîxuriyê bike’ li wan tê kirin. Grîdlîng destnîşan kir ku bi karên wiha re pêşî li ahengiya civaka Tirk a li Awûstûryayê tê girtin.

Grîdlîng li ser karê DAÎŞ’ê yê li welatê wan jî agahî da û got, heta niha ji welatê wan 313 kes tevlî nava DAÎŞ’ê bûne, 94 ji van sala 2017’an vegeriyane û 75 jî di şer de mirine.

Serokê rêxistina îstîxbaratê da xuyakirin ku DAÎŞ’iyên vegeriyane ji bo ewlekariya welatê wan metirsiyeke mezin e û ev agahî da: “Ji DAÎŞ’iyên vegeriyan 32 jê li girtîgehê ne. Ji bo kesên ji rêxistina Îslamî ya tund veqetiyan e karibin tevlî nava civakê bibin, me bernameyek amade kir û xistin meriyetê.”