Dildarê Fransî yên demekê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi dildarî di nava refên YPG’ê de têkoşîn kirin bi metneke bangê a hevpar a dan rojnameya Le Fîgaroyê banga ‘xiyanetê’ li Kurdan nekin, kirin.

Deh dildarê Fransî yên diyar kirin ku demekê li dijî terorîstên DAÎŞ’ê li Rojava û Başûrê Kurdistanê têkoşîn kirin gotin: “Em dildarên Fransî yên li Sûriye û Iraqê min bi milê Kurdan li dijî terorîstên dewleta Îslamê şer kirin, li dijî êrîşên ku wê encamên xedar bi qasî Kurdan wê ji bo Fransa û Ewropayê jî bi xwe re bîne bang dikin.”

‘EM DEYNDARÊ KURDAN IN’

Dildarên Fransî li ser vekişîna leşkerên Emerîka ya ji aliyê Donald Trûmp ve got: “Ji bo mutefîkê me (Kurdan) xiyanet e. Ji bo vê di îsyanê de ne. Em deyndarên Kurdan in. Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê bi pêşnegiya hêza QSD’ê ya Kurdan mikûn e û bi vê serketinê denydarên wan in.”

ERDOGAN DIJMINÊ MUTEFÎKÊ ME NE

Di metna banga hevpar hatî dayîn de hatiye diyarkirin ku Serokkomarê Tirk Erdogan dixwaze sîstema komfederalîzma demokratîk tine bike û got: “Tenê hiştina Kurdan, tê wateya belavkirina leşkeriya paşverû ya îslamî û tê wateya terkkirina nirxên gerdûnî yên em diparêzin. Dixwazin xaka Kurdan ji destê wan bigirin. Erdogan dijminê mutefîkê me ye. Yên ji erdê ve êrîşî QSD’ê dikin hema bêje temamî cîhadî ne; yên berê serî li ber El Qaîdê tewandî û endamên berê yên DAÎŞ’ê ne.

‘HIŞYARIYA KU WÊ ÇETEYÊN ERDOGAN DAÎŞ’IYAN BERDE’

Di banga hevpar de hate gotin ku Erdogan dixwaze ‘Xelîfeya Osmanî’ ava bike û got: “Encamên vê trajediyê wê ji bo Ewropayê jî hebe. Bi êrîşa Tirkiyeyê re derfetên revîna bi sedan çeteyan derket. Cihên ku çeteyên Enqerê dagir kiri çete tên berdan. Hedefa çeteyan a nû Libnan, Iraq û Ewropa ye.”

Dildaran anî ziman ku êrîşa dewleta Tirk kir ‘daxwaza’ çeteyên DAÎŞ’ê ya di navbera salên 2014-2016’an ên gelek qad dagirkirî derxe holê. Dildaran hişyariya ku ev rewş niha jî heye û kesên redîkal berê xwe didin DAÎŞ’ê û dibe ku li tevahî cîhanê qetlîaman bikin.

DIVÊ FRANSA HÊ BI CESARET BE

Di dawiya banga hevpar de bang li hikûmeta Fransa hate kirin ku divê ‘hê bi cesaret’ li dijî dagirkeriyê ji bo rawestandina dagirkeriyê hemû derfetan seferber dike.

Metna bangê ya ku di Le Fîgaro de hate parvekirin 10 Fransiyên ku berê li Rojava û Başûrê Kurdistanê li gel şervanên YPG’ê şer kiribûn îmze kirin.