Gelek navdêrên cîhanê li hemberî êrişên  dagirkeriyên yên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertek nîşan dan. Hunermend, nivîskar, mirovên zanyar, akademisyan û ronakbir êrişên  dagirkeriyê weke qirkirina nijadî binavkirin û daxwaz kirin ku demildest dawî li êrîşan were.

Cher: Dê qirkirina nijadî bikin

Li hemberî êrişên  dagirkeriyê  berteka despêkê ji stranbêja nav û deng ê Amerîkî û Ermenî Cher (Cherilyn Sarkisian) hat. Cher êrişên  dagirkeriyê   weke qirkirina nijadî binav kir û got: “Erê min bihîst. Ji 11  saliyan min ve, Tirkiye nêzî 2 milyon ermenî bi îşkencê qetil kirin. Hîna jî leşkerên tirkan tiyê xwînê ne, niha jî dê bi nîmeta Trump kurdan di qirkirina nijadî re derbas bikin.”

Ebadi: Divê em bibin dengê Rojava

Parêzvana Mafê Mirovan a xwediyê Xelata Nobelê Şîrîn Ebadî jî diyar kirin ku tu rewabûna êrişên  dewleta Tirk nîne û wiha domand: “Hewceye em bibin dengê Rojava ji ber ku rastî êrîşan tê.”

Ji 200 ronakbîran kampaniya “Piştevaniyê”

Di navê de zanyar, nivîskar û akademisyan jî ji 21 welatan 200 kesên navdar li hemberî êrişên  dagirkeriyê  bi sernava “Em bi gelê Kurd û gelên li Bakurê Sûriyê li ber xwe didin re  “kampaniya îmzayan dan despêkirin”. Ji wan kesên gelekî navdêr, Noam Chomsky, David Harvey, Etienne Balibar, Vittorio Sergi, Janet Biehl û Raul Zibechi.  

Cunningham: NATO Kurdan bomba dike

Liam Cunningham li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal bertek nîşanî êrîşan da û li ser hesabê xwe yê Twitterê ev gotin parve kir: “Bila em ji bîr nekin sala 1952’an Tirkiye bûye endamê NATO yê, NATO kurdan bomba dike.” Ji bo vê parkirina lîstokê navdar bi hezaran ecibandin hatin.

Ji Robert De Niro jî daxuyanî

Robert De Niro yê di cîhanê de nav û denge di bernameyekê de Trump şibandiye gangstere. Hunermend di daxuyaniya xwe de dibêje: “Îro serokek me yê difikire bûye gangster lê nebûye gangsterek baş.  Di nava dizên gangster ê de jî gururek heye. Dê destê wan bigire û soz bide. Tenê girêdayî soza xwe ne. Ew jî bi soza te bawer dikin, ewqas. Li gel vî mêrî rewş ne wisa ye.”

Yishurun: Ez dixwazim Erdogan bê girtin

Hunermendê Kurd ê Îsraîlî Hadasahh Yishurun jî tevlî çalakiyên li dijî dagirkeriyê  bû û got: “Ez piştevaniya Rojavayê Kurdistanê dikim. Ez dixwazim civaka navdewletî hema niha Hîtlerê demê Erdogan bigirin. Ji ber ew xwişk û birayên me yên Kurd dikuje.”

Claudio Marchhisio: Divê em xwe berpirsiyar bibînin

Ji fotbolciyên Juventus ê yên berê Claudio Marchhisio jî ser medyaya sosyal bertekên xwe anî ziman û got: “Di rojnivîska Anne Frank a sala 1942’an nivîsiyî de gotibû: ‘Ez dibînim cîhan her diçe dikeve rewşa cihek bê hîs de; ez dengê firtineya ku dê rojekê me jî bide ber xwe û bibe dibihîsim. Ez êşa ku bi milyonan mirov dikêşin hîs dikim.’ Tam piştî 77 salan Tirkiye li Sûriyê dike û kurdan bomba dike, divê em xwe berpirsiyar hîs bikin.”

Ji 98 taximên St Pauli û Darmstadt ên li hemberî hev dilîzin, alîgirên St. Pauli pankarta “Bijî Rojava” hildan. Di maça Berlînê ya di navbera Sv Werder Bremen û Hertha BSC Berlîn de jî alîgirên Bremen ê pankarta nivîskiya “Destê xwe ji Rojava bikêşin” vekirin.

David Harvey: Sucek hemberî mirovahiyê ye

Erdnîgarvanê Înglîz, îktisadvanê civakî, têgehvanê civakî û aktîvîst David Harvey jî êrişên  dagirkeriyê  sucek li hemberî mirovahiyê pênase kir. Heryey yê ku dihat payîn tevlî Kongreya Lêkolînên Bajar a dê di 16 û 18’ê cotmehê de li Enqerê pêk were bibe, ser hesabê xwe yê twitter ê ev nirxandin par kir: “Ji bo protestokirina êrişên  tirkan ser kurdên Sûriyê ez hevdîtina xwe ya sosyolojik paşde dikêşim. Li hemberî vî sucê mirovahiyê di navnetewî de pêdivî bi şermezarkirinekê heye.”   

44 hunermend: Ji şer, derew û talanê re na!

 Çalakiya li hemberî dagirkeriyê  ya bi navê “Hunermendên lihemberî şer” ku di nav de Julide Kural, Deniz Turkali, Suavi, Ferhat Tunç û Aynur Dogan jî heye di roja 6’an de ne. Hunermendan bi sernava “şer rawestînin” kampanyayek îmzayan dan despêkirin. Daxuyaniya hunermendan a bi kurdî û tirkî hatî weşandin dibêje: “Em jiyanek di nava aramiyê de parvekirin û demokrasî dixwazin. Êdî bes e! Em naxwazin mirinê bibînin û êşê bikêşin. Na ji şer, derew û talanê re!”

Serokê Komîteya PEN a Nivîskarên ji bo Aştiyê Emmanuel Pierrat jî bertek nîşanî êrişên  tirkan ên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got: “Ez careke din banga rawestandina şerê li Sûriyê, azadiya hiquqê û ramanê li her kesê dikim.”

Serokê PEN ê yê Etiyopya yê Solomon Hailemariam jî got: “Rewşa niha li herêmên kurdan ên Sûriyê tê jiyîn nayê pejirandin. Cîhan bêmafe û bê dade. Em bi hemû hêza xwe li hemberî bêmafiyê şer bikin.”

Alîkarê Serokê PEN ê yê Elmanya yê Leander Sukov jî got: “Em dibînin artêşa tirkan ji bo terorîzekirina welatiyên herêmê dest daye hêzên îslami, DAIŞ û komên dinê yên weke wan.”

Serokê PEN a İsveç ê yê Komîteya Şêwirmendiya bi Nivîskarên di Girtîgehan de Elisabeth Lofgren jî got: “Bi sed hezaran mirov ji warê xwe bûn û bê hijmar sivîl hatin qetilkirin. Ev felaketek mezin a mafê mirova ne.”

Piştî ku êrişên  dagirkeriyê  yên dewleta Tirk hatin destpêkirin, wêne û dîmenên ji çapemeniya herêmê û her aliyên cîhanê hatine dîtin, ji gelek welatan kesayetên naskirî bertekên xwe nîşan dan û banga “qirkirina nijada kurdan bisekinînin” berdewam dikin.    

ANHA