Li Iraqê raperîna gel didome. Parlamenterên alîgirê lîderê Şîa Muqteda Sadr li parlamentê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Çalakî û xwepêşandanên li dijî hikumetê ku li bajarên Şîa yên Iraqê Necef, Kerbela, Basra, Mûssena, Zîkar, Mîssanê belav bûn pêr li paytext Bexdayê jî dest pê kiribûn. Di xwepêşandanan de heta niha nêzî 200 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Di rewşekê de ku xwepêşandan didomin komeke biçûk a li parlamentê yên ji ‚Meşa Reformê‘ dest bi çalakiyê kir. Parlamenteran piştevaniya xwepêşandêran kirin. Parlamenteran diyar kirin ku ew ê çalakiya xwe ya rûniştinê heta bersivandina daxwazên xwepêşandêran bidomînin.

Sadr tevî dijberiya xwe ya li DYE’yê her wiha bi xwevegirtina ji Îranê jî tê naskirin. Balkêş bû ku di xwepêşandanên doh de bi taybetî avahiyên partiyên siyasî, tevger û hêzên milîs ên nêzî Îranê bûn hedef.