Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Heîlbronn, Mosbach û Frankfûrtê yên Elmanyayê hatin şermezarkirin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê mîtîngek pêk hat. Bi sedan Kurdistanî tevî dostên xwe tevlî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de der barê komkujiyên ku dewleta Tirk dike belavok hatin belavkirin.

MOSBACH

Li bajarê Mosbach ê Elmanyayê êrîşên li dijî Rojava bi mîtîngekê hate şermezarkirin. Rêxistinê çep ên Elman jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker ji Rojava bang hate kirin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê jî di dema çalakiya Rojên Fîlmên Tirk de çalakiyeke şermezarkirinê pêk hat. Kurdistanî tevî dostên xwe li ber salona ku fîlm bê nîaşndan li hev kom bûn û çalakiyek kirin. Di çalakiyê de bi qîrîna dirûşman dewleta Tirk a dagirker hate şermezarkirin.