Li bajarên Koln, Berlîn, Mannheîm û Hîldesheîmê yên Elmanyayê û li bajarê Arnhem ê Hollandayê şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn.

Di bîranînan de di şexsê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef û Fermandarê QSD’ê Şivan Rojhat de şehîdên berxwedana Rojava hatin bîranîn.

KOLN

Civîna bîranînê ya li Kolnê ji aliyê KOMAW û meclîsên jinan ên eyaleta NRW ve hate pêkanîn. Di civînê de sînevîzyonek der barê şehîdên meha Cotmehê hate nîşandan û nûnerê KOMAW’ê aixvî.

Qiseker diyar kir ku eger îro dinya hemû piştevaniya Kurdan dike ev yek bi saya şehîdane.

Di civîna bîranînê de her wiha Xelîl Xemgîn, Diyar û Memo berhemên ji bo şehîdan hatine nivîsandin gotin.

BERLÎN

Civîna bîranînê ya li Berlînê bi rengekî girseyî pêk hat. Qisekeran bal kişandin ser hovîtiya ku dewleta Tirk û çeteyên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û destnîşan kirin, “Bala xwe bidin hovîtiya ku li Rojava li dijî şehîdan tê kirin. Bala xwe bidin wan hêzan ku êrîşî bedena hevrêyên me yên jin dikin û kiryarên li dijî mirovahiyê dikin. Di dîroka têkoşîna azadiyê de bi kiryarên bi vî rengî xwestin me ji têkoşîna azadiyê vegerînin. Bêrîtan ji bo teslîmî hêzên dijmin nebe û li dijî tasfiyekariya nava rêxistinê çalakiya fedayî kir. Ev kevneşopî di şexsê Zîlan, Arîn, Barîn û herî dawî Çîçek û Amara de gihîşt asta herî bilind.”

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê ji bo bîranîna Fermandarê QSD’ê Şivan Rojhat (Yûsif Mihemed Salih Nabî) civîneke bîranînê pêk hat. Şivan Rojhat bavê 6 zarokan bû ku di 11’ê Cotmeha 2019’an de li Serêkaniyê di berxwedana “Cenga Rûmeta Rojava” de di şerê dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd ketibû.

Di dawiya serdanên sersaxiyê de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Hîldesheîmê civîna bîranînê hate kirin. Di şexsê Şivan Rojhat de şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn.

MANNHEÎM

Civîna bîranînê ya li bajarê Mannheîmê bi beşdariya Kurdistaniyên ji herêma derdora Mannheîmê pêk hat. Salona civînê bi wêneyên şehîdan hate xemilandin.

ARNHEM

Li bajarê Arnhem ê Hollandayê jî bi civînekê şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn. Di civînê de xeta berxwedanê ya bi pêşengiya Bêrîtan hate afirandin hate nirxandin. Her wiha girîngiya têkoşîna şehîdan a di nava tevgera azadiyê de hate destnîşankirin.