Ciwanên ku ji Başûrê Kurdistanê tevlî nava refên berxwedana Rojava bûn û niha di çeperên berxwedanê de ne, ji bo mezinkirina kampanyaya boykotkirina berhemên Tirk ên li Başûr bang kirin.

Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin, gel û ciwanên ji Başûrê Kurdistanê jî bi boykotkirina berhemên Tirkan helwesta xwe nîşan didin.Ciwanên Başûrê Kurdistanê li ser banga seferberiya ji bo Rojavayê Kurdistanê tevlî Berxwedana Cenga Rojava bûn. Ciwanan di çeperên şer de bo geşkirina boykota berhemên Tirkan bang kirin.

Ciwanên Başûrê Kurdistanê yên li Rojava di çeperên şer de li ber xwe didin bang li gelên Başûrê Kurdistanê kirin ku bila berhemên Tirkan boykot bikin û piştgiriyê nedin aboriya şer a dagirkeriya Tirk. Ciwanan diyar kirin ku di hemû berhem û alavên Tirk de xwîna şehîdan heye û bi kirîna van berhem û alavan pêşiya komkujiyan tê vekirin. Ciwanan bal kişandin ser vî tiştî ku bi pereyên van berheman li ser gelê Kurd qetlîam tê kirin.

Ciwanan di dawiyê de bang li tevahî ciwanên Başûrê Kurdistanê kirin ku bila tevlî nav seferberiya ji bo Rojava bibin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berê xwe bidin çeperên şer.