Dema ku rûspiyên herêma Şehbayê bi endamên ji artêşa Tirk re diciviyan, erebeyeke bombebarkirî di konê civînê de ku li pêşiya avahiya Meclisa Ezazê hatibû vedan, hate teqandin. Di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn.

Îro li bajarê Ezazê dema ku rûspiyên êlên herêma Ezazê bi endamên artêşa Tirk re diciviyan, erebeyeke bombebarkirî xwe di nava wan de teqand. Di encamê de zêdetirî 20 kuştî û birîndar çêbûn.

Li gorî agahiyên berdest, navên kesên ku birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Kerem Tirkî El-Ebîd (23), Xalid Cûma El-Ecîlî (40), Tewfîq Hec Umer (41), Abdulmecîd Reslan (32), Mihemed Zekeriya (35), kesek ku nasnameya wî nehat naskirin (60), kesekî din nasnameya wî nehat naskirin (12), Mihemed El-Elî (23), Fûad Derbale (50), Mihemed Ehmed Xêr (14), Mehmûd Necar (25), Silêman Bedalo (35), Mihemed Adil Neşib (30), Mihemed Dafîs (30), Hatim Demxelî (20), Ehmed Heşîş (50), Muhened Merî (13), Ehmed Hisên Elûş (18), Eydo Seyd Ehmed (38) û Abdulhadî Salo Ebû Hadî (43).