Daxwaza pêkanîna hilbijartina pêşwext a li Brîtanyayê ya beriya Brexîtê li Kamara Avamê nehate qebûlkirin. Dibe ku qutbûna bi rengekî lihevkirî ya beriya 31’ê Çileyê pêk neyê.
Piştî ku Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Donald Tûsk diyar kir, dema derketina Brîtanya Mezin ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) heta 31’ê Çileyê hate dirêjkirin, Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson xwest ku heta 12’ê Kanûnê hilbijartinên pêşwext bên kirin.
Li Kamara Avamê dengdan der barê mijarê hate kirin. Di encmaê de 299 parlamenteran dengê ‘erê’ bi kar anîn û 70 parlamenter jî li ber rabûn. Lê belê ji bo pêkhatina hilbijartinên pêşwext pêwîste du ji sê parên parlamenteran yanî 434 deng bihata bikaranîn.
‘DEMA BREXÎTÊ DIBE KU CAREKE DIN BÊ TALOQKIRIN’
Eger peymana Brexîtê ya ku bi Yekîtiya Ewropayê re li hev kirine li Kamara Avamê neyê qebûlkirin, dema Brexîtê ya ku heta 31’ê Çileyê hate taloqkirin dibe ku careke din bê taloqkirin. Serokwezîr Borîs Johnson bal kişand ser rîska ji nû ve taloqkirina dema Brexîtê û got, “Heta ku alternatîfa taloqkirina dema Brexîtê hebe ditirsim ku parlament ti carî peymanê nepejirîne.”
Li Kamara Avamê di dengdanê de helwesta Partiya Karker a bi serokatiya Jeremy Corbyn diyarkere. Partiya Karker teqez li dijî Brexîta bêyî lihevikrinê radibe. Partiya Karker ragihand ku heta ev alternatîf ji holê neyê rakirin wê hilbijartinên pêşwext nepejirînin.