Ciwanên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk xwe gihandin Rojavayê Kurdistanê tevlî berxwedanê bûn. Ciwanan bang li ciwanan hemûyan kirin ku tevlî Berxwedana Rûmetê bibin.
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ciwanên ji her çar aliyên Kurdistanê beşdarî Berxwedana Rûmetê dibin.
Ciwanê tevlî berxwedanê bûn ji ANF’ê re axivîn:
Dersim Germiyanî yê ji Çemçemalê destnîşan kir ku di navbera Rojava, Rojhilat, Başûr de ti cudahî nîne û got, “Dijmin êrîşî îrade û rûmeta me dike. Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tevlî nava refên QSD’ê bûm. Bang li ciwanên Kurdistanî hemûyan dikim, bi taybetî bang li ciwanên Çemçemal ê Başûrê Kurdistanê dikim ku li dijî dijminê kujer û dagirker bibin yek û rûmeta xwe biparêzin. Em xaka xwe ji dagirkeran biparêzin… Ev şer şerê rûmet û wijdanê ye. Ji çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya dinyayê ciwan tevlî vê berxwedanê bûn. Bi taybetî bang li ciwanên Başûr dikim ku tevlî berxwedanê bibin.”
Ji Pencewînê Yûnis Omer Elî jî bi bîr xist ku wî 15 salan di nava YNK’ê de pêşmergetî kir û got, “Çawa ku li Başûrê Kurdistanê ji bo parastina xelkê xwe min şer kir îro jî li Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşan amade me ku canê xwe feda bikim. Ciwanên Başûrê Kurdistanê sînoran nas nakin. Em ji Erdogan re dibêjin, ‘Em ciwanên Başûrê ti carî nahêlin ku xeyalên te pêk werin’. Bang li ciwanên Pencewînî hemûyan dikim ku tevlî berxwedanê bibin.”
Ji Kerkûkê Mihemmed Azad destnîşan kir ku ev şer ne şerê parçeyekî ye, şerê Kurdistanê ye û got, “Wezîfeya ciwanên Kurd hemûyane ku li dijî hêzên dagirker xaka xwe biparêzin. Divê em li ber vê dagirkeriyê rabin.”
Ji Silêmaniyeyê Rojwar Omer diyar kir ku ji bo li ber dagirkeriyê rabe ew tevlî berxwedana Rojava bû û got, “Heta ku dawî li van êrîşên dagirkeriyê bê anîn amade me ku li dijî dewleta Tirk şer bikim. Bang li ciwanên li hemû parçeyên Kurdistanê dikim ku bila dewleta Tirk boykot bikin.”
Ji Silêmaniyeyê Şivan Mehammed Hemîd jî got, “Wijdanê me qebûl nedikir ku êrîş û komkujî li sivîlan bê kirin. Bang li ciwanan hemûyan dikim ku bila bên û tevlî berxwedana rûmetê bibin. Ev şer ne tenê şerê Rojavayê Kurdistanê ye şerê tevahiya Kurdane. Bang li gelê Başûr jî dikim ku dewleta Tirk boykot bike û nebin hevparê vê dagirkeriyê.”
Ji Sengeserê Hemîn jî bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê û şêniyên herêma Raperînê kir ku li ber dagirkeriyê rabin û tevlî berxwedanê bibin.
Habîb Yasîn got, “Ji Başûrê Kurdistanê tevlî berxwedanê bûm. Ji bo têkbirina Erdogan û dagirkeran em li vir in.”
Ahmed Vefaî yê ji Xorasanê got, “Bi hezaran kîlometreyî ez hatim û min xwe gihand Rojava. Ji bo pêkanîna wezîfeya neteweyî û mirovahiyê me xwe gihandin xwişk û birayên xwe yên şervan. Em hatin ku bi hev re li dijî dijminê ku dixwaze xaka me, neteweya me tine bike têbikoşin. Em ê nehêlin ku dewleta Tirk a faşîst xaka me dagir bike.”





