Nobedarên vê hefteyê yên nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku kete hefteya 384’an Kurdên li Danîmarkayê ne.

Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li ber avahiya Konseya Ewropayê dest pê kir didome. Nobedarên vê hefteyê Omer Harmanci, Mûstafa A. Dîlek û Yaşar Kaya yên ji Danîmarkayê ne.

Di daxuyaniya koma nû de hate ragihandin ku bi mehane agahî ji Rêberê Gelê Kurd Ocalan nayê wergirtin, lewma Kurd ji ber vê yekê bi fikar in. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gel zor û zehmetiya vê serdemê gelê Kurd berxwedana xwe li her qadê mezin dike.

Çalakgeran bal kişandin ser biryardariya çalakiya ‘Nobeda azadî ji Ocalan re’ ku 7.5 sal in didome û diya rkirin ku nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ wê heta azadiya Ocalan bi biryardarî bidome.

Çalakger wê heta dawiya hefteyê hewl bidin nêrîn û têkoşîna Ocalan ji raya giştî re vebêjin. Her hefte komeke ji bajarekî cuda yê Ewropayê tevlî çalakiyê dibe.