Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ji bo Rojava li Londonê Şeva Piştevaniyê pêk anî. Di şeva piştevaniyê de du hezar poûnd alîkarî ji bo Rojava hate komkirin û banga xwedîderketina li Rojava hate kirin.
Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Heyva Sor bi hev re şeva piştevaniyê pêk anîn.
Şeva Piştevaniya Rojava li Zanîngeha Kîngs College Londonê hate kirin û Dr. Alan Semo, wênevan rojnamevan Zehra Dogan, ji şervanên dilxwaz ên YPG’ê Macer Grîfford, ji şeş zanîngehên cuda yên Brîtanyayê zêdeyî 200 xwendekarên welatparêz û demokrat tevlî bûn.
Di şevê de sînevîzyon hate nîşandan û panelek pêk hat. Qisekeran diyar kirin ku li Rojava sîstemeke demokrasiya radîkal hatiye avakirin û dewleta Tirk êrîşî vê sîstema demokratîk dike.
Qisekeran gotin ku xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye û destnîşan kirin ku bi piştevaniyê ew dikarin li pêşiya dagirkeriyê bibin asteng.
Di şeva piştevaniyê de ku du hezar poûnd alîkarî hate komkirin her wiha hunermend Sûna Alan derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.