&-Dewleta Tirk a dagirker, bi riyên korsanî êrîşê Radyoya me Dengê welat dike.

Li ser frekansa radyoya me Dengê Welat, dewleta Tirk dest bi êrîşên korsanî kir û li ser vê yekê, Radyoya Dengê Welat, frekansa xwe careke din bigûhere.

Radyoya Dengê Welat, ku li paytexta Belçîka Brûkselê, bi lîsansa fermî ya navneteweyî weşanê dike, her dem rastî êrîşên korsanî yên dewleta Tirk tê.

Frekansa 11.530 ku Radyoya Dengê Welat, bi lîsansa fermî ya navneteweyî weşanê dike, ji aliyê Dewleta Tirk ve, bi awayekî korsanî tê asteng kirin û mûzîkên şovenî û dengê Erdogan di heman frekansê de têne weşandin.

Rêveberiya Radyoya Dengê Welat, ji ber êrîşên li ser radyoya wan, dewleta Tirk şermezar kir û got: Ji despêka êrîşên liser Rojavayê Kurdistanê û heya niha, tevî kû 5 caran freqansa Radyoyê gûhertine jî, êrîşên dewleta Tirk berdewam kirin.

Rêveberîya Radyoya Dengê Welat got: Em hewl didin vê êrîşê berteref bikin û ji îro pê de wê li ser wan freqansan weşanê bike,

Ji serê sibê seat 06:30 Amedê, heta 09:00 liser 31 metre 9525 (Kîloherz),
Ji 09:00’an heta 11;00’an liser 25 metre 11,540 Kîloherz
Ji 11;00’an heya 13;00’an liser 19 metre 15,175 kîloherz
Ji 13:00’an heya 19;00’an liser 25 metre 11,540 Kîloherz
Ji 19:00 heta 01:00 şevê jî hûn dikarin liser 31 metre 9525 Kîloherzê gûhdarî bikin.