Çeteyên Boko Haram ku bi salane li gelek welatan êrîşan dikin tê gotin ku li Nîjerê careke din êrîş kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Nîjerê li dijî baregeheke leşkerî ya li Blabrîne ya li eyaleta Dîffa ya li başûr rojhilatê Nîjerê êrîşek hate kirin. Di êrîşê de 12 leşker hatin kuştin.

Hate ragihandin ku piştî êrîşê artêşên Çad, Nîjer, Nîjerya û Kamerûnê dest bi operasyonan kirin.