Doktora zarokan Dr. Çagla Seven ku di Komkujiya Pirsûsê de bi rengekî giran birîndar bû diyar kir, Kobanê ya ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe da nîşaneya hêviyê ye û got, “Kobanê neket û wê nekeve.”
Birîndara Komkujiya Pirsûsê Dr. Çagla Seven bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku Kobanê di dilê wê de xwedî cihekî cuda ye. Seven bi bîr xist, Kobanê li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê semboleke mezin a berxwedanê ye û destnîşan kir, di demekê de ku dinya bêdeng û xemsar bû gelê Kobanê li dijî van çeteyên barbar bi rengekî xurt li ber xwe da û bû nîşaneya hêviyê.
Seven ku ji Fakulteya Tipê ya Çapa ya Stenbolê mezûn bû, dema ku biryar wergirt biçe Kobanê asîstaniya nexweşiyên zarokan a zanîngeha Marmarayê qezenç kiribû. Seven ku ji bo parastina jiyana zarokan xwe amade kiribû, li aliyekî hem ev kar dikir li aliyê din jî nekarî xwe li wê rewşê rabigire ku zarokên nenexweş ji ber şer ji jiyanê bên dûrxistin. Seven anî ziman ku ji ber vê hestê wê berê xwe da Kobanê û got, “Me dixwest bibin pirek di navbera gelan de. Me xwest bibin hêvî ji zarokên li wê derê di nava şer û hilweşînê de bûn. Kêm jî be me xwest birînên gelê Kobanê bipêçin.”
Seven destnîşan kir ku wê nekarî qebûl bike ku ji ber nebaşiyên bi destê mirovan hatin afirandin zarok bên kuştin û seqet bên hiştin û bi vê têgihiştinê ew bi rê ketin lê belê bûn hedefa DAÎŞ’ê.
‘YA GIRÎNG TINEKIRINA ZÎHNIYETA DAÎŞ’Ê YE’
Di dema komkujiyê de xisareke mezin li organên wê yên hundirîn bû û lingê wê yê rastê bi giranî birîndar bû.
Şopa fîzîkî û psîkolojîk a êrîşê hîn jî bi wê re heye. Tevî ku çar sal di ser komkujiyê re derbas bûn hîn jî travmaya komkujiyê li ser wê heye. Seven dibêje, “Di rewşekê de ku sedemên travmayê serdest in, ne karekî hêsane ku mirov derbasî pêvajoya piştî travmayê bibin.”
Seven bal kişand ser êrîşên li dijî Rojava yên ji bo dagirkirinê û destnîşan kir, desthilatdarî her ku tengav dibe bi neteweperestî û olperestiyê hêrs û nefretê dixe nava mirovan.
Der barê kuştina lîderê DAÎŞ’ê El Bagdadî jî Seven got, “Kuştina Bagdadî bi tena serê xwe nayê ti wateyê. Tişta girîng ew e ku zîhniyeta wî ji holê bê rakirin.”
‘KOBANÊ NEKET WÊ NEKEVE’
Seven destnîşan kir ku di pêvajoyeke wiha de bi qasî berxwedana Kobanê, her wiha têkoşîna bi salan a Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê gelekî bi wate û hêja ye. Seven diyar kir, li dijî DAÎŞ’ê ku her kes jê ditirsiya tenê Şoreşa Rojava dest bi têkoşînê kir û der barê gefên Erdogan ên careke din li Kobanê dixwe Seven got, “Kobanê neket û wê nekeve.”